nameyekî dostane
Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
1 Xulek
781 Dîtin
kake destit maç ekem, gwê řagre bo ’erzî ḧał
ta ke teqdîmî ḧuzûrit kem tewaw ḧał û hewał
çûme beẍda bo tedawî û zyaretî pakanî dîn
kewtime gêjî gełbe gełbe û şinho şinho û qîl û qal
dewreyan lê dam becarê komełêkî pê petî
çunke zanîm hîç nezanin, şermesar û înfî’al
ẍîretî kurdîm bizût û yadî tom hênaye dił
kirdimo babî nîza’ û kewtime ser cwab û su’al
beḧsî tewḧîdî xuda û bî’setî xeyrelbeşer
hate bazařî tekellum, kewte meydanî cîdal
hîç diro nakem le sayey hîmmetî ’alîtewe
bûm be sułtanî kelam û amrî miłkî meqal
qani’aNasnava edebî seyr û sefay em me’reke lefzen biłê
bo ḧuzûrî xoşewîst û saḧîbî ’îziz û kemal