înqîlab ax înqîlab

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  559 Dîtin
teqellub! çen hetîwit kird be însan
teqellub! feylesûfit kird be ḧeywan
teqellub! çît be ser qacarî hêna
teqellub! çon be bat da alî ’usman
teqellub! to nebî, lay ême çî bûn
giroy bengikêş û tiryakîxoran
teqellub! îşî ḧîzî toye (...)
emîrfewcin le ser lawanî kurdan
teqellub! zułme, to řêwî enêrî
ke aẍa bê le bêşey şêrî merdan
teqellub! min weha îşim xirap bê
tiřo û bednaw ebim ta xetmî dewran