gileyî
Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
2 Xulek
933 Dîtin
be dił gwê řagirin to xwa, eya ehlî silêmanî
beyanatî wiłatim kem, le paş ’erzî senaxwanî
le ẍuřřey mangî zîlḧecce, temî xem xêwetî hełda
be ser mîr û mela û şêx û beg û sofîy merîwanî
şika şîşe, řija mey, hełfiřî murẍî fereḧmendî
be ser çû dewrî îsraḧet, le des karmendî taranî
xecałet bin hemû, îşî nîfaqî beynî xoyan bû
ke qesrî cennetelme’wa bira ’eyşî be tałanî
eme meqbûłî qanûnî te’essub çon ebê, ême
zelîl û êwe meşẍûłî (...)anî kanî askanî!
werin ey ehlî te’rîxî qedîmî, bîr lemewpêş ken
nejadî kurdî çen dûre le řiştey konî êranî!
eger mirdin bê, ba wek yek, eger derçûne wek yek bîn
meger ême mesîḧîn û nejadî êwe ’îmranî!?
deway em derde piř êşe, le pêşa komekî ’ame
le lay me’mûrî bîrtîj û hemû zanay silêmanî
lebo neşrî şikatî mîllet îmřo le ’alemda
cenabî «zêwer»e bê şik wekîlî kurdî êranî
sikût bê çatre qani’Nasnava edebî le tirsî ecnebî, boçî?
hemû îşê ebesrêto be řeḧim û lutfî yezdanî