em ’esre
Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
1 Xulek
858 Dîtin
em ’esre çi ’esrêke, ke her şame beyanî!?
em qeřne çi qeřnêke, ke her kurde qiřanî!?
em şîne çi şînêke, ke sed şînî syaweḧiş
bêzare le her zelzele û şîn û fiẍanî!?
em zenge çi zengêke, le mil kurdî feqîra!?
her leḧze be sed řenge ełênî deng ziřanî
em bezme çi bezmêke le şaran û le dêhat!?
řořoye le her małê kewa kurde zimanî
mensûre le ser darî fena ḧezretî nacî
em řane çilon jînî ebê, men’e şwanî!?
çun bê huner û serserîye (...) wetenman
biřwane çilon geyye ḧełeb gewrekçanî!
sed ḧeyf kewa «qani’îNasnava edebî» tenha û esîre
xemxorî weten tenha ewe û cûte kuřanî