dest pêwe girtin

Li pirtûka:
Sirwey Berbeyan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  557 Dîtin
to ke nomałî, bizane xercî małit çon ekey
destełatit nanî wişke, boçî meylî řon ekey!?
řojê dexiłit yek qerane û xerceket yek řupyeye
têbfikirî boçî îşî bê ser û bê şon ekey!?
fotografî damey balor ke lorkit bo neka
kakî xom bo arezûy řadyo û giramafon ekey!?
ya ke to netxiwênduwe û ’alim be hîç îşêk nebûy
boçî basî kîmya û gazekey karbon ekey!?
to beřekonit nîye dayxey le jêr xêzaneket
boçî sełtey ał û şîn û ya keway fason ekey!?
kakî kurdim! bo lîbasî çiłkin û bergî diřaw
hênde bê meẍzî ke sewday şûşe ’etrî bon ekey
toş wekû qani’Nasnava edebî le jêr barî gedayî lar bûyt
boçî xercî kapîtan û jînî mêcerson ekey!?