giryan

Li pirtûka:
Guɫaɫey Merîwan
Berhema:
Qani (1898-1965)
 1 Xulek  1097 Dîtin
birakem ḧałetim giryane emřo
dił û cergim tewaw buryane emřo
be yek leḧze dûsed ḧałim egořyet
temaşay ḧałetim seyrane emřo
le baxî mezre’ey îqbałî larim
le xem koko wekû xermane emřo
ewende peste bextî şûmî neḧsim
le bextim wa’îzîş şeytane emřo
giriftarim be derd û bê pizîşkim
tedawîm her xem û giryane emřo
sitarey bextî neḧsim wa le goma
le ’eqreb talî’im, mîzane emřo
xemim tac û seraperdem nexoşîn
derûnî dił ’eceb wêrane emřo?
wekû qani’Nasnava edebî xeyałî gewreyîm bû
ke çî êste xemim bo nane emřo