nameyekî payîzî

Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
 1 Xulek  1233 Dîtin
ey ew kiçey payîzanîş bergit sewze û
gułî teř edey le serit
xew mebîne.. qoł û baskim piştênê bê bo kemerit!
to netdîwe.. çon agirî sipî pîrîy
ber buwete qijî serim?..
zor etirsim daristanî qijî řeşt bigrêtewe
to netdîwe pencekanim de çiłî wişk û biringin?
ger bibne şaney qijit.. satêk nabat eşkêtewe!
lomem meke ger dît çawim
herdem wek hewrî zistan bû..
min kenarî şî’irim bese baweşim bo bigrêtewe
eger hatû bîstit xom kuşt bizane ke..
nemtiwanîwe şî’rê biłêm.. azarmî tya cê bêtewe!