payîzî derya

Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
 2 Xulek  898 Dîtin
ey lew kenarey sertapa zîw bû....
çun hênde laşey masî leser bû
lay emî şa’îr ke payîz herdem wek zerde marê....
taqe piştênî dewrî kemer bû
le temeşaye....
ta deryaş buwe dirextêkî řeş ser le asman...
werzîş ser lenwê gełarêzan bû
lecyatî geła.. le hemû liq û çiłekanyewe...
řijêney werînî masî befrînî wişkî bê gyan bû
le deryay pirsî...
bo wa řeşpoşe û
masîyekanî xoy boçî kuştibê?
bo wa řeşpoşe û le şewêk eçê....
ئەستێەرەکانی hemû naştibê?
pirsyarekanî le aw xinka
tasey wełamîş hêz û tînêkî telîsim asay be gyanî bexşî
her ke destî kird be xwêndinewey şi’rêkî şengî...
çî masî mirdûy ew eqare bû...
be zîndûyetî çûnewe derya..
deryaş řûn bowe... şîn bowe řengî le padaştîşa
korpemasîyekan pêławekeyan piř kird le guł û denkemrwarî
her kekirdyane emîrî derya
pelkezêrîney ew xewne xoşey
wek hełm win bû koç û koçbarî
a lew řoxeda xoy bînye û..
ke derya tyayda dirextîk bû řeş ser le asman....
werzîş ser lenwê gełarêzan bû
werzîş ser lenwê gełarêzan bû
lecyatî geła le hemû liq û çiłekanyewe...
řijêney werînî masî befrînî wişkî bê gyan bû