xanmî sûrpoş

Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
 2 Xulek  913 Dîtin
sê zistan řoyî û
destî řeşeba gerçî milyon car darkajî bałay
xistote lerze..
pencerî nîgay piř çaweřwanîy pê danexsituwe
qet tawe terze
sê beharîş řoy..
destî nehêna gułêk bikate dyarîy egerîcey
sipî peşêwî
payîzîş řoy..
be pencey zerdî werî hełaley nêrgizî çawî û
jaka gułaley xwênînî lêwî
ew sî hawîneş hetaw sûtanî..
ger befir buwaye.. ebû be hełem dû nimey wirdî firmêskî çawî..
zor meznitire le zirêbarCih û xezerCih û zełimCih
***
sî sał lemewber xornîşînanê be bergî sûr û
çepkegułewe...
ke řox şeqamê cêjwanî bû
bê oqre.. her wek leser pişko bê.. çawî egêřa û
bê aga lewey çon karesatê çaweřwanî bû
azîzî hat û efsus ber lewey dest binêne dest
maşênêk wekû nagehan ewey lem kirde û
le cêjwana.. xwên cogeley best
emî dêwaneş gişt êwaranê..
le heman cêda.. be heman berg û tase û kołewe
le apořay xełka řwanînî her wêłe bedway
şêwey azîza û
biřwa nehênê xirabête nêw dû twêy giłewe
***
sîmay dêrînî çirç û loç buwe wekû ewe
sêwey leçił botewe
her ber be pêweye.. her çaw le řêye.. xanmî wefa..
tif lew zemeney em firîşteyey lebîr çotewe