nameyekî payîzî

From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
 1 minutes  2304 views
ey ew kiçey payîzanîş bergit sewze û
gułî teř edey le serit
xew mebîne.. qoł û baskim piştênê bê bo kemerit!
to netdîwe.. çon agirî sipîy pîrî
ber buwete qijî serim?..
zor etirsim daristanî qijî řeşt bigrêtewe
to netdîwe pencekanim de çiłî wişk û biringin?
ger bibne şaney qijit.. satêk nabat eşkêtewe!
lomem meke ger dît çawim
herdem wek hewrî zistan bû..
min kenarî şî’irim bese baweşim bo bigrêtewe
eger hat û bîstit xom kuşt bizane ke..
nemtiwanîwe şî’rê biłêm.. azarmî tya cê bêtewe!