hana
Li pirtûka:
Le Xurbeta
Berhema:
Mihemmed Umer Usman (1957-2019)
2 Xulek
1824 Dîtin
êsta.. minî win le temumjî řeşî ẍurbeta
gełay dirextî gyanim hełwerî..
lenaw biłêse û giřî meyneta
byabanî diłim.. tînwî kanyaw - şeyday sêbere
de tuxwa were..
ba serabekan bibin be şetaw
dirext ser bika be koşî hewra..
haje bêtewe naw çemî sûtaw
le tînwêtîda..
hewr xinkawe
lutke bê befre
dirext sûtawe
de tuxwa were..
dił nuqmî eşke.. merg çaweřême..
xakêkî sûtaw mezar û řême
ba hest be bosoy pirçî sûtawî řojekan nekem..
nełêm.. ew řoje sextanem dîwe
beharan carcar çepkê gułałe
bigirme dest û be daykim biłêm
řaste gułałe xwênî şehîde?
termî şehîdim hêşta nedîwe
ke to hatît û minał bûmewe..
demew êwaran melî serincim..
le dawî tîşkî zerde.. de’ałê
xorim lê ebê be topêkî sûr yan pirteqałê
be daykim ełêm.. eçme ser lutke û eygirme baweş
xor ehênme jûrekemewe..
çiraman nawê şewî tar û řeş
ba serabekan bibin be şetaw
dirext ser bika be koşî hewra..
haje bêtewe naw çemî sûtaw
gełay dirextî gyanim hełwerî..
lenaw biłêse û giřî meyneta
***
de tuxwa were..byabanî diłim.. tînwî kanyaw - şeyday sêbere
de tuxwa were..
ba serabekan bibin be şetaw
dirext ser bika be koşî hewra..
haje bêtewe naw çemî sûtaw
***
de tuxwa were..le tînwêtîda..
hewr xinkawe
lutke bê befre
dirext sûtawe
de tuxwa were..
dił nuqmî eşke.. merg çaweřême..
xakêkî sûtaw mezar û řême
***
ba bigeřêmewe berew cîhanî sewzî minałîba hest be bosoy pirçî sûtawî řojekan nekem..
nełêm.. ew řoje sextanem dîwe
beharan carcar çepkê gułałe
bigirme dest û be daykim biłêm
řaste gułałe xwênî şehîde?
termî şehîdim hêşta nedîwe
ke to hatît û minał bûmewe..
demew êwaran melî serincim..
le dawî tîşkî zerde.. de’ałê
xorim lê ebê be topêkî sûr yan pirteqałê
be daykim ełêm.. eçme ser lutke û eygirme baweş
xor ehênme jûrekemewe..
çiraman nawê şewî tar û řeş
***
de tuxwa were..ba serabekan bibin be şetaw
dirext ser bika be koşî hewra..
haje bêtewe naw çemî sûtaw