hana

From the Book:
Le Xurbeta
By:
Mohammad Omar Osman (1957-2019)
 2 minutes  1266 views
êsta.. minî win le temumjî řeşî ẍurbeta
gełay dirextî gyanim hełwerî..
lenaw biłêse û giřî meyneta
***
de tuxwa were..
byabanî diłim.. tînwî kanyaw - şeyday sêbere
de tuxwa were..
ba serabekan bibin be şetaw
dirext ser bika be koşî hewra..
haje bêtewe naw çemî sûtaw
***
de tuxwa were..
le tînwêtîda..
hewr xinkawe
lutke bê befre
dirext sûtawe
de tuxwa were..
dił nuqmî eşke.. merg çaweřême..
xakêkî sûtaw mezar û řême
***
ba bigeřêmewe berew cîhanî sewzî minałî
ba hest be bosoy pirçî sûtawî řojekan nekem..
nełêm.. ew řoje sextanem dîwe
beharan carcar çepkê gułałe
bigirme dest û be daykim biłêm
řaste gułałe xwênî şehîde?
termî şehîdim hêşta nedîwe
ke to hatît û minał bûmewe..
demew êwaran melî serincim..
le dawî tîşkî zerde.. de’ałê
xorim lê ebê be topêkî sûr yan pirteqałê
be daykim ełêm.. eçme ser lutke û eygirme baweş
xor ehênme jûrekemewe..
çiraman nawê şewî tar û řeş
***
de tuxwa were..
ba serabekan bibin be şetaw
dirext ser bika be koşî hewra..
haje bêtewe naw çemî sûtaw