3

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 11 Xulek  283 Dîtin

canan digrî. di bin perda dengê musîka mahler de, dengê girîna wê nayê bihîstin, lê ew digrî. girîna cananê jî dibe perçeyekê ji rîtim û melodya musîka mahler. celadet beg, bi tenê, bêdeng, lê dinhêre. ew ji birayê xwe kamuran hîn bûye; gava yek digrî yan jî dixiwaze bigrî, ew hew rê lê digre. ji bervajyê, ew dihêle ko girî bibin hêstir û ji çavan derên. celadet beg li ro û porê yara xwe ya rojên sitembolê dinhêre, li çavên reş ên yekta dinhêre. çav û ro neguherîne. çav dîsan mîna çavên ẍezalan xweş û germin. ro hê jî cwan û sipehîye. bi tenê tayên sipî bi porê wê ketne. lê tayên sipî jê tu tişt nebrye, ji xweşya wê tu tişt kêm nebûye. tayên sipî ew kirye xanmeke kamil.

canan, yara xewnan, ji xewnan derketye û dîsan hatye. qederê, yan jî felekê, yan jî merv dikare bibêje tarîxê ew, dîsan, pergî hev anîne. piştî şanizde salên dirêj, bi taybetî ji bo dîtna celadet beg, canan hatye bêrûtê.

- derewe, kî dibêje ko ew bi xwe û bi qedera xwe dikare, derewan dike, canan bi zeḧmetî dibêje û digrî. ne em, lê qedere ko bi me dilîze. ne em, lê qedere ko bi pêşerojê dizane.

hêstir ji çavên wê tên. tevî hêstiran bîvla wê jî tê. ew destê xwe davê çanta xwe ya kêleka xwe, lê paşê bi destê xwe bîvla xwe paqij dike. celadet beg li dora xwe, li têkberên mala kamuran a bêrûtê dinhêre. li ser masa xebatê, li kêleka fotografa emîn alî beg, sanîḧa xanim û mezyetê, çend destimalên kaxiz li ser hevin. ew radbe û radhêje yekê û wê, bêdeng, dide cananê.

- mezyetê pir silav dikirin, wê dixiwest ko ez, ji alyê wê, ro û enya te, çav û bîbkên çavên te ramûsim, canan bîvla xwe paqij dike û dibêje. wê, wan, herkesê pir bêrya te kirye. mezyet jî ḧazrya hatnê dike. eger pasaport bidnê, ew ê were zyareta te. celadet, ax ceco, hevalê min ê abadîn!.. tu bizanbî ka me çi kişandye! em neketbûn şer, lê rewş ji ya şerî xirabtir bû... pere nîn bû, îmkan nîn bû, xwarin û vexwarin nîn bû, zor û zilum, tirs û xof bêpayan pir bû. min li alyê kadkoyê, di lîsekê de mamostahya firansizî dikir. lê xwendevan kêm bûn, der û dor girtî bûn, aşxane û qahwexane vala bûn. deng ji kesê dernedket. xwelya mirnê li ser sitembolê reşyabû. şev reş û tarî bûn. ecnebî jî winda bûbûn. dewletê, bi navê «verg qanunu», tiştekê no derxistibû û pê ecnebî pir dêşandin. ax ceco, hevalê jîna min... ceco...

ew weha dibêje û digrî.

- sevgil canan, aqlama, sakînleş,Tirkî celadet beg dibêje. bîhna xwe berde, em ê hêdî hêdî bipeyvin. sakin be, megrî...

lê ew digrî, ji pencerê li xanyên doralê, li pencereyên wan dinhêre û digrî. dengê senfonya nehan a mahler, bi rîtim û aheng, bilind dibe. musîka mahler ko bi bi ruhyeteke no ya sedsalan bîstan hatye pê û hîtabê ruhê însanê sedsala bîstan dike, niha dibe pardara girîna cananê ko dilişkestî û poşman vegeryaye bêrûtê.

heye ko dilişkestî û poşman ne gotnên rast ên haletê ruhya cananê bin. tu dizanî, gotin divê di cîhê xwe de bi kar werin. ew ne zêde bin, ne jî kêm. ne pir germ, ne jî pir sar. ne pir dûr, ne pir nêzîk. ne comerdya wan, ne jî çûkosya wan di cîh deye. tiştê ko ez di umrê xwe yê peregende de, hîn bûm, ev bû; hostahya gotnên kurdî yên winda û periçqî. gava ez ketim nav derya gotnên kurdî û noqî kûrahyên wê bûm, hingê min dît ko her gotnekê jî can û ruhek hebû. gotin jî mîna min û te bûn. ew jî dizan, dijyan û dimirin. lê gotnên kurdî, mîna yên xelkên din, nedmirîn. ew dihatin kuştin. gelek ji wan hatbûn kuştin. gelekên wan hatbûn birîndar kirin. zimanê kurdî birîndar bû, birînên wî xedar bûn. çaxa min, mîna hekîmekê, birînên wan derman kirin û merhem danîn ser, min dît ko ew jî, mîna min û te, digrîn, dinaln û dinehurin. loma ez dibêjim, mirov divê bi qedir û qîmet, bi rêz û rêzdarî nêzîkî li wan gotnên muqedes bike, li wan hûr be û wan di cîh de lêke.

gotin jî mîna şitlên gulanin; ji wan re hawayê paqij, tava geş, ava zelal, axa nerim, ’erdê avê û nêrîneke rêzdar divê.

eger ez vegerm ser wan rojên ko canan, dîsan, ji nişkekê ve, hatbû, ez ê bi tenê bibêjim ko canan zîz bo. gotna zîzyê li wê û wan rojan tê. ew hertim kelgirî bû, serê her gavê digrya. hêvyên wê şikestibûn, hedef û mirazên ko wê dabûn ber xwe, yekcar, winda bûbûn. ew jî, mîna gelekên me, bi ser neketbû. wê hê no fahim kirbû ko jîn bi xwe têkçûn bû, ne tiştekî din...

ew çawan û çima hatbû? ma hewceye ko ez dirêj bikim? ew ji bo min hatbû. wê dev ji tirkyê berdabû û li ser rya parîsê bû. lê wê rya xwe li bêrûtê jê xistibû da ko min bibîne û bi min re bipeyve: wê dixiwest ko em bi hev re biçûna parîsê, ji cîhê ko me terk kirbû, ji no ve, dest pê bikira... canana min ko hê jê digot «ceco...»

heçî çawan hatna wê bû, rojeke havînê ya germ, serê sibê, telefonek hat. telefon ji otêla ko min mîna navnîşan bi kar danî, dihat. ez li şamê, li malê bi tenê bûm, bîhna min teng, nefesa min çikyayî bû. wê danê sibê, min deftera romana heyveron -ê ko min dixiwest binvîsa, ji çavka masê derxistibû û danîbû ser masê. lê pênûs nedgerya. min dikir, nedkir, gotin nedhatin. ew gotnên ko bûbûn zaryên min, wê rojê, ji malê û oda xebatê revyabûn. min bi tenê li ropela sipî û vala a defterê dinhêrî... li milê din, pere nemabû. roşenê zarok hildabûn û ew çûbûn alyê lazkyê, gundekê biçok ko jê re digotin banyas. li wir havîngeheke dostê me ’elî aẍayê zilfo hebû. roşen û zarok çûbûn wir. lê pereyên wan xelas bûbûn û wan xeber şandibû da ko min hinekê pere peyda bikira û bişanda. min ji dostekê xwe tika kirbû ko hin pere bida min. gava telefon hat, min welê bawer kir ko ew dostê min bû. lê na, ne welê bû. ji bêrûtê telefokeneke girîng, ji bo min, hatbû, resebsyonîstê otêlê dil dikir ko ez biçûma otêlê. otêl li kêleka meydana salhyê bû. ez çûm otêlê. lê li wir jî ez hîn nebûm ka kê ji bêrûtê telefon kirbû. jinek ko ji sitembolê hatbû, telefon kirbû û daxwaz kirbû ko ez, zûtrîn wext, biçûma bêrûtê. kî bû? jinek ji sitembolê? hişê min çû ser dya min û mezyetê. heye ko ew bûn... yan jî yek ji wan... yan jê meteke min, yan jî dotmameke min. kela heyecanekê bi min girt; naseke min, bi bîhna sitembolê, ji sitembola min hatbû!

min qet bi bîra cananê nebir. ez divê li xwe mikur werim; min canan ji bîr kirbû. piştî çûyna wê, min xwe gelekî êşandibû da ko min wê û êşa çûyna wê ji bîr bikira. jixiwe min deftera ko wê li sitembolê dabû min û min tê de dengên doralyên jîna xwe reşandibûn ser kaxzên sipî, winda kirbû. min hewl dida ko canan û xeyalên cananê jî winda bûna. bi wextê, bi zewac, hatna zarokan, weşîna kovaran û kefit û leftên jîna rojane, hêdî hêdî, canan jî, mîna deftera xwe, winda bû... wext dermanê her birîn û êşê bû.

lê canan di wexteke welê de ko min hîç nedpa, dîsan, hatbû. gava danê êvarê yê eynî rojê, piştî ko min ew pereyên ko dostê min ê bidana min, jê wergirtin û ez çûm bêrûtê, dewsa dê û xweha xwe, min canan dît. canan, di nav cil û bergên xweş û reş de, li buroya dostê min yusif melk, roniştibû. mezyetê hemû telefon û navnîşanên min û dostên min dabûnê. çaxa min derî vekir û ketim buroyê, berî her tiştî, min çavên wê dîtin. ew çavên ko mîna çavên ẍezalan dibirqîn, yên cananê bûn. bêyî cananê kesekê din ne xwedyê çavên welê bû. «canan» min got, «canan, canan!..» wê jî bi tenê gote «ceco!..» û girya. min ew hilgirt û bir mala kamuran. kamuran çûbû û li parîsê, zanîngeha sorbonê bûbû mamostayê ziman û edebyata kurdî, lê mala wî ya bêrûtê, bi xêra pereyên ko wî dişandin, hê li ber destê me bû. carna, gava zarokan nefes li min diçkand, ez diçûm û li wir dimam. carna jî heval û dost li wir diman. min canan bir wir.

canan hatbû. heçî dûr bû, bi nûr bû. yanî îcar jî wê dixiwest ko me dilên xwe yên şikestî bida nik hev. lê dil şikestî bû, cebara wê zor bû, umir kal bûbû, geşkirna wê zeḧmet bû, beden pîr bûbû, kel jê ranedbû.

celadet beg radbe ser pyan, dere alyê giramofonê, royê pilakê diguherîne, wê dîsan datîne ser û vedgere cîhê xwe. dewama senfonyê, bi hêdîka, dest pê dike. celadet beg cixareyek ji pakêtê derdixe û vêdxe. ew jî çend nefesan dikşîne û li cananê dinhêre; ew keça ko dilê wê yê xorit, li sitembolê, bi firê xistibû, ev bû. wê dilê xorit ji tirsa evîn û bedenên germ rizgar kirbû, di dilê xwe de sitaryekê dabûyê, şevên tarî qulpandibûn ser bihuştên ronî, find û çira vêxsitibûn, di bin ronahya wan de, bedena xwe ya cwan vekirbû, agir bi dilê xorit xistibû, jê çirûsk firandibû, bi bêdengî, bi keneke zarîf, çav ramûsîbûn, lêv gez kirbûn...

belê ev bû, canan bû ko bi hêdîka lehîf ji ser xwe davêt, bedena xwe ya tazî, bi comerdî, nîşan dida û dest dikir, «were, ceco, were...» ev bû ko bi hêdîka ji nivînan derdiket, çarşef li xwe digerand, diçû ber pencerê û porê xwe yê dirêj ber bi paş davêt, dizîvrî û bi ûsil dikenya. belê, ev bû ko piştî şevên dirêj ên ronî û bêxew, bi hêdîka, serê xwe datanî ser sînga bi pirç û mîna ẍezaleke biçok, di xew re diçû. ev bû ko gava dil germ dibû, lehî lê radbû, ji binî, çavê xwe vedkir, bi daxwaz, bi coş, li çavan dinhêrî û digot, «ceco, ax, ceco, towjowir...» ev bû, belê, ev jina hanê ko niha kilên çavan, tevî hêstirên çavan ji ro û hinarkê wê ber bi jêr dibin, bû ko, bêdeng, bêyî ko bipeyve, xewn dineqşandin, jîn bi rengên keskesorê, dihûnand û xeyal direngandin... belê, belê, ev bû ko wê jê ḧez dikir, bi hemû dil û canê xwe, bi hemû coş û kela xwe...

- herkes te meraq dike, canan, hinekê sakîn, dibêje. herkes bi hêvê bû ko tu dê, rojekê, vegeryayî.

- ez jî bi hêvê bûm, celadet beg herdu destên xwe vedke û bi keneke xemgir, dibêje.

- herkes li te û ḧalê te dipirse. herkes te, celadet alî bedirxan, pir meraq dike...

- kîjan celadet alî bedirxan, celadet beg, dîsan, bi ken, dibêje, kîjan ji wan? yê kadkoyê û sitembolê ko di nav ziman û çandên têkel de hatye dinê û perwerde bûye û dilê xwe daye ber agirê dilê keçeke boşnak? nevyê mîr bedirxan û lawê emîn alî beg ko mîna bav û kalê xwe jîna xwe bi ruhê kurdîtî û selametya kurdanyê neqşandye û loma jî, mîna wan, dilişkestî, berê xwe daye gorê? celadetê alemanya û awrupayê ko pirins bû, ruhê xwe bi ’ilmê firansizî û alemanî perwerde dikir û bîsmark, gute, neytişe dixiwend, lê rojên xwe bi du serê kartol derbas dikirin? yê lubnan û sûryê ko di nav hêlekana dijwarî, nedyarî û bêgavyên rohlatê de, hê jî, dere û tê?

kalê ko tu îro dibînî û rîh, simbêl û por sipî kirye û bûye bavê sînem û cemşîde? kîjan, canana delal, kîjan celadet alî bedirxan dipirsin? kîjan?