2

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 13 Xulek  594 Dîtin

kî dizane? heye ko nêrînên celadet beg û eḧmedê fermanê kîkî, nêrînên du qederên cihê yên kurdî, mîna hevin. heye ko ew mîna hev difkirin jî.

şeve, bêdengya şevêye. di nav bêdengya şevê de dengê nerim û tenk ê bilûra eḧmedê fermanê kîkîye. şame, goristana belengaz a taxa kurdan a bajarê îslamêye. tirba mîr bedirxan, bapîrê celadet bege. celadet beg û bilûrvanê wî, demançe li piştan, hatne ser tirba mîr. mîna gelek caran, îcar jî, celadet beg hatye nik kalkê xwe da ko pê re li ser ḧal û hewalê xwe bipeyve. tiştên ko ew nikare bi kesê re bipeyve, ew tê û bi bapîrê xwe re dipeyve, jê re dibêje.

wî gora bapîrê xwe daye çêkirin. gor bûye mîna maleke biçuk, her çar alyên wê bi qorên kevran, bi dîwaran lêbûye, banekê biçuk jî rakşyaye ser. gor bûye zyaretgah, cîhê xwestek û mirazan, gazin û armancan. îşev, di vê bêdengya şevê û şewqa sitêrkan de, celadet beg çiraya biçuk a gazê ya tirbê vêxsitye, li ber serê mîr runşitye û geh li kaxzên ser çoga xwe, geh li tirbê, geh jî li bilûrvanê xwe dinhêre. bilûrvan jî li ber lingên mîr runşitye, geh dibêje, geh lêdxe.

bilûrvan li bilûrê dixe û difkire; li jyana xwe ya kal, li qedera xwe ya bi bal difkire, li gundê xwe, li xanyê xwe yê gund difkire. xanî bi qorên kevrên reş lêbûbû. mîna hemû xanyên gund. reşahya dîwaran di bin tîrêjên royî yên danên êvaran de, mîna pişta şûr, dibirqî. hundirê malê, ji karîte û mertekan ḧeta rojîn û teqan, bi rengê sipî, swaxkirî bû. ji rojîn û teqan, hertim, çend kulim ronahî direşha hundirê malê. her du salan carekê, ji bo temamkirna ahenga rengên reş û sipî, mal swax dibûn. mal, malên jyana kurdî ya neçar bûn. axur li kêleka malan bûn, pez û dewar, hesp û mehîn, mirîşk û dîk, seg û tajî, her, bi wan re bûn. li malê mehfûrên ko ji alyê jinebî û pîrejnên gund hatbûn hûnandin, raxsitî bûn. ew rengên wan ên germ! zerahî û sorahya wan a şewatê! ew neqşên wan ên besît, lê yekta! çima ev nivîskar, zane û alîmên ko tên mala mîr celadet rojekê narin wan gundan? ew hertim beḧsa rengan, neqşan dikin, lê çima ew narin gundê ko xwedyê xanyên reş û sipîye û pişta xwe daye çyan? çima? argûn û bixêryên malê hertim ronî û germ bûn. gulok û xêlekên agirê êznigan ji wan ber bi jor dibûn. ferşên doralyên argûnê, ji agirê sor, sor dibûn. di şevên zivistanan de agirê gur govend digirt. govendeke bêpayan ko çavê mervan tu carê jê nedbû. paşê, li dîwarên malê, tifing, xençer, qiloçên ẍezal û pezkovyan û bilûr hilawestîbûn. tifnigê ew diparastin, xençerê rya tarîx, bav û kalan, qiloçên ẍezal û pezkovyan jî rya zozan, gelî û çyan nîşanî wan didan. herçî bilûr bû, jyana wan bû, dengê dewr û dewranên wan ên jibîrbûyî bû. bilûr sir û sihêrên wan bû. herçend xanyê wan li ser hîm, sitûn, kutek û karîteyan ava bûbû, jyana wan a gund jî ewçend li ser deng û awazên bilûr û bilûrvanan ava bûbû.

dengê bilûrê; dostê teyr û tilûran, hevalê bayê çya û zozanan. bilûr; sitûna şevbihurkên mîran, beg û giregran, yara bêpayan a şevên dirêj ên zivistanan ko li dora agirê argûnê dibhurîn.

celadet beg, nevyê mîr, li bilûrê guhdarî dike û difkire û bi hêdîka «werin» dibêje; hiş û bîr, deng û pejin, bîranîn, bîranînên jîneke peregende werin, werin dora min, ew dibêje. rojên zarokya min a germ ko niha bûne sya min, hûn werin. kizlitoprak, moda, kadkoy, caẍaloẍlu, pera, galata, cadeyî kebîr, hûn werin. bîrên cihê yên qedera min, bîra bexçê mamê min bedrî paşa, bîra mala kizlitoprakê, ya pansyona caẍaloẍluyê, yên munîxê, yên sefter û bedirxan, ya mala kekê min sureya, yên bêrût, şam û ḧelebê, yên ko niha nayên bîra min, hûn werin, hemû werin. şehrîban, si’adet abla, canan, monîka, yên din ên şevên ronî û geş ên sitembol, munîx, parîs, bêrût û şamê, hûn werin. roşen, pîrka min, roşen, bermalî û hevrya jîna min, hûn werin. amojna sitî, madam sitel, metên min, beg û banû, madam û musyoyên ko niha nayên bîra min, hûn werin. mamên min, pismamên min, hûn werin. sefter, sureya, birayên min ên gorbehîşt ko li dyarên ẍerîb radzên, hûn werin. bavo, hîm û sitûna bingehîn a bîranînên min, bavê min ê ruhşad ko li welatekê ẍerîb dinve, tu were. dayê, mezyet, çi dibe, hûn werin, ji sitembolê swar bin û werin. heval û dostên min ên mirî û kuştî, hûn werin. hûn hemû bi hev re, ji gor û tirbe, war û şûnên xwe rabin û werin nik min, nik bapîrê min mîr bedirxan û ji min re bibêjin ka celadet alî bedirxan kîye... ez ketme bextê we, werin û bibêjin.

ew nedhatin, mixabin. lê bîr û hişê min, tevî dengê bilûra kalemêrê delal eḧmedê fermanê kîkî, diçû nik wan. ez diçûm nik bapîrê xwe, ser tirba wî da ko ji wir jî biçim nik kesên ko te li jor qal kirin. serdanên min, roj bi roj, zêdetir dibûn, hema çi bigre her hefte, ez diçûm nik bapîrê xwe, li ber serê wî rudnişitim û bi sa’etan difkirîm, -yan jî min dinvîsî. min çûyna şevê tercîh dikir. ji ber ko hingê kes nîn bû, ji deng û pejnên windayî û mirî pê ve, tu deng nedhat. jixiwe goristan ji mala me zêde ne dûr bû. gava bajar bi temamî dikete xewê, ez radbûm, min xwe dida hev, berk dibir devê demançê û ew girêdda, dadketim ḧewşê, diçûm oda eḧmed û ew jî hişyar dikir û em bi hev re diketin rê. na, min çewt got, em nedketin rê, em, nefesçikyayî, hildkişyan kaşên taxa kurdan. gora mîr mîna mezeleke biçuk bû, çend cîhên runiştinê û çirayeke biçuk a gazê tê de hebû. min çira vêdxist û li kalkê xwe yê ko min tu carî nedîtbû, lê hertim bihîstibû, dinhêrî.

tirba mîr bûbû mala min a diduyan. herwekî ko hatye gotin, di kalîtyê de, ling mirovan dibin gor û goristanan. lingên min jî ez dibirim nik bapîrê min. jî pê ve, cîhê ko ez biçûma nîn bû. ji wan carên pir pêwist pê ve, ez danedketim bajêr. hem pere nîn bû hem jî xeter bû. hem jî ma min ê li bajêr kî bidîta? der û dora min, dîsan vala bûbû. şer bi milyonan kuştî, bi milyonan sêwî, bi hezaran gundên kavil, bi sedan bajarên şewtî, awsitwîç, nagazakî, hîroşîma li pey xwe hîştibû û xelas bûbû. hîtlerKes, musolînêKes, nazist, faşist çûbûn. dewletên hevalbend û yektya sowqyetî bi ser ketbûn.

belê, şer xelas bûbû, lê em jî xelas bûbûn. êdî hew hewcedarî bi me hebû. kurd dîsan ketbûn ber lingan. êdî ew ne eskerên lîstika setrencê bûn jî. kela şorbê çûbû, bihayê heskê bûbû perekê... dinya dîsan, ji nu ve, par dibû. lê dîsan ji bo kurdan tu cîh û war, di vê parkirna nu de, nîn bû. dîsan tirkyê nêzîkî li serdestan, îngilîz û firansizan, kirbû. pêwendyên wan dîsan baş bûbûn û kurd ji bîr bûbûn. min ji tecruban dizanîbû; jibîrbûyn mirin bû. mirnê dîsan dor li kurdan girtibû. li ’îraqê îngilîzan, bi tank û balafran, dirêjî kurdan kirbûn û ew şikandibûn. li îranê, îngilîz û rûs li hev hatbûn, piştigritya rejîmê kirbûn da ko rejîm komara biçuk a kurdan ko li der û dorên bajarê mihabadCihê hatbû pê, bişkîne. rejîmê komar şikandibû, gelek kes kuştibûn û serekên komarê jî bi dar ve kirbûn. li tirkyê jî bi tenê tirs û tarîtî hebû. tu kesê nikarîbû beḧsa kurdan û mafên wan bikira.

heçî em, welatê sûryê û kurd bûn, mirin, tirs û tarîtyê bi ser me de jî girtibû.

firansiz çûbûn. wan qewlê xwe yê 1941-an bi cîh anîbûn û îstîqlal dabûn lubnanCih û sûryêCih. hêzeke biçuk a swîl û çekdar mabû, lê yên din, her tiştên firansizî, çûbûn. ḧukim ketbû destê ’ereban, ordyeke milî ya bi quwet dihate pê. bîr û baweryên nasyonalist yên mîşêl ’efleq, filîsofekê ’ereb ko bi eslê xwe file bû, fireh dibû. cîh li kurdan, roj bo roj, teng dibû.

rewşa min? ez nizanim ka ez çi bibêjim... tu dizanî, sîh û sê kilamên hirçê hene, hemû li ser dara hirmê ne. çîrokên min jî welê bûn; hemû li ser neçarî û bêgavyê bûn. ez mîr bûm, law û nevyên mîran bûm, lê her û her neçar û bêgav bûm. herwekî kurdan, cîh li min jî teng dibû. piştê ko îngilîz, firansiz û tirk nêzîkî hev bûbûn, hew me dikarîbû weşanên xwe bidomandina. îmkan nemabûn û rê li me hatbû girtin. bi dilekî şikestî û bi hêstirên çavan ko tu carê bi gotnan nayê îzeh kirin, me deryên hawar, ronahî û roja nu girtibûn. me ew danîbûn ser refan. radyo jî hatbû girtin. u bira, heval û dostên min jî, yek bi yek çûbûn. pêşî monka, dosta min a zirav û bihîstyar ko bi tenê hestî û çerim mabû, çûbû. piştî çend mehên xweş, lê kesertijî yên bêrûtê, wê berê xwe dabû amerîkayê û çûbû. digel ko şer xelas bûbû û ew dikarîbû vegerya welatê xwe, wê «ez hew pê li wan ’erdên bi xwîn dikim» gotbû û rya amerîkayê dabû ber xwe. paşê jî piranya dostên min ên firansiz, tevê peyêr randot û peder tomas bwa, çûbûn. piştî wan jî kamuran, heval û hevryê min ê daym, gotbû, «mirov hew dikare li van deran bijî» û çûbû firansê. kirîvê min nuredîn jî ko li unîwersîta firansizî ya bêrûtê dixiwend, rya lozanê dabû ber xwe û çûbû. heval, dost û nasên mayî jî, her yek, bi derekê de pekyabû. kewên me yên ḧewşê ko şênahya zaroyan bûn, çûbûn. min ew azad kirbûn. dido ji wan vegeryabûn, lê yên din çûbûn. sar û seqema mirnê û zivistanê bi ser me de girtibû. legleg û hechecîk jî çûbûn.

herkes çûbû. wext, wexta koçê bû.

kî mabû? eger em, roşen, dya wê, useyma, sînem û cemşîd nehesbînin, kal û pîr û mirî mabûn. kesên bêquwet û bêtaqet mabûn. u mîr bedirxan mabû.

bilûrvan gewrya xwe, bi xwezya xwe, şil dike, zimanê xwe li ser lêvan digrîne, bîhna xwe berdide û dîsan bilûrê dibe devê xwe û lêdxe û difkire; umir gihîştye sedê, sed salên rengîn ji ser wan rojên zaroktyê bihurîne... ew difkire... li gundê zaroktya xwe, li bêryên gund difkire. xanyên gund, mîna lat û zinaran, pişta xwe dabûn çyayê asê û bilind. di şevên aram ên gund de, çyê bi heyv û sitêran re hevaltî dikir. serê çyê warê teyrên eylo û bazan bû. hêlînên wan li ser teḧtên asê yên çyê bûn. ji çyê dengê ba û baranê, eylo û bazê dihat. di danên êvarê yên biharan de, gava şivanan keryên pêz ji çêrê danîn, teyrên eylo û bazan jî, mîna mûyekê, xwe ji teḧtan berdidan jêr. wan xwe nedlivandin, neddan per û baskan, bê ḧereket, hêdî hêdî, xwe berdidan jêr. pez dihatin. wexta bêryê bû. keçên xama yên gund, ew keçên bedew ko her nêrîneke wan bi umrekê bû, elb û sitîl di destan de, ber bi wan diçûn. guhanên myan tijî şîr bûn. bêrîvanên ko memkên wan mîna sêv û purtaqalan bûn, diçûn ber guhanên myan... dengê teyran, mê û bêrîvanan dikete nava hev. u dengê bilûrê. bilûra şivan û bilûrvanan...

celadet beg, begzadeyê sitembolê, lê bavê sînem û cemşîdê şamê, li dengê bilûra eḧmedê ferman guhdarî dike û ropeleke kovara xwe hawar-ê ko hew derdikeve, vedke û bi hêdîka çend rêzên şîreke dirêj dixiwîne; kanê cûdî, ka herekol, ka kepir? ka zozanên mîr bedirxan, bavê têlî, ka kê bir? ka banê me yê ’ezîzan, kanê war? kanê lo lo, lê lê, li kû, kanê deng?..»

ew hêdî hêdî, mîna ko di xewnê de dipeyve, şîra xwe dixiwîne. piştî ko ew şîrê dixiwîne, ew dîsan ropela kovarê digre, kovarê datîne ser çogên xwe û li gora kalkê xwe dinhêre û dibêje; kalo, garîbaldyê kurdan, mîrê asê û serhildar, serekê dîlketî û derketî, tu bibêje, ez ketme bextê te tu bibêje ka ez kî me, ez li van deran çi dikim, jîna min ber bi kû de diçî? bibêje, ji bo yezdanê pak bibêje, ka cizîra botan, welatê te, warê bav û kalan? tu li vir dinvî, bavê min, yanê lawê te li qahîrê, nevyê te sureya li parîsê, sefter li haydelbergê, law û keçên te li sitembolCih, oskodarê... ya ez, bibêje min, ya ez ê li kû binvim? wesyeta bavo ew bû rojekê ew bighê welatê xwe û li kêleka çemê dijlê, di bin axa welatê xwe de binve. wî gotbû min ko ev wesyeta te bû jî... lê ka? lê ya ez? axa reş a kîjan welatî dê min veşêre. ez dizanim, wext tê, sîha reş a çûynê ber bi min tê, ez nêzîkî li we dikim, lê tu bibêje min, kîjan ax, kîjan ’erd û welat?

kîjan...

ew nikare gotna xwe bi dawî bîne. ew bi hêdîka diheje û digrî. bi hêdîka, bi şermîn. di bin perda dengê bilûrê de, dengê girya wî nayê bihîstin. lê ew digrî.