1

xoybûn... hebûn, heyî, heyîtî xwebûn, xweyî, xweyîtî...
Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 6 Xulek  319 Dîtin

fotografa nehan a romana bîra qederê ji welêt û sitembolê dûr, li welatê mixirbê, misrê, tê kişandin. ev fotografa hanê, di eynî wextî de, fotografa dawîn a emîn alî beg û bermalya wî sanîḧa xanmêye. di pey vê fotografê re, ew hew di fotografên bîra qederê de dixiwîn. fotografên ko ro û roçkan dikin nemir, hew dikarin wan vebguhezînin dewr û dewranên bê. ji ber ko fotograf ro û roçkên jîndar dikin nemir...

ev fotograf li mala sureya beg, kurê emîn alî beg û kekê celadet, tê kişandin. sureya beg ko ji mêj veye li misrê dijî, li gundekê qahîrê, zeytûnyê cîwar bûye. zeytûnî, gundê dewlemend, xwedîmal û xwedînavane. kesên navdar û xwedîprisyaryên mezin xwe ji teşqele û xirecra rojane ya bajarê mezin qahîrê dane alî û hatne li vî gundî dijîn. gundekê besît ê ’ereb qulpye ser wargehekî girîng ê syaset, çand û aboryê.

piştî ko emîn alî beg, tevî jin û keça xwe, hatye misrê, ew li mala sureya beg dijîn. mala sureya beg xanyekî kevin ê mezne. ew ne bi temamî qesre, lê jê ne zêde bi dûre jî. çav û odeyên xênî bêhejmarin. bexçeyekî fireh û dirêj ko hertim bi rengê kesk û hêşîn, bi ber û fêkîye, bi xweşya xwe jyana aram a gund û malê direngîne. sureya beg, jina wî ko ji malbateke mezne û keça begzadeyekî navdar ê misrêye, lawê wan ḧeqî û keça wan qudret, ji zû veye, li vê mala mezin dijîn. emîn alî beg, sanîḧa xanim û mezyet jî, ji çend salan û vir veye, bûne pardarên jyana mala mezin û gundê xweş.

ev fotograf li ser daxwaza mezyetê tê kişandin. mezyet ko êdî bûye keçeke xama, fotografên mal û malbatê dicvîne. gava ew hê li sitembolê bû, wê li kadkoyê, ji atolja mister. xandemyan, deftereke rengîn û neqşî yê wêne û resman kirîbû û fotografên bav, dê, bira, ap, met, pismam û dotmamên xwe têdxistê. wê ji fotografan, germahya ko ji kaxzên sar direşyan, ḧez dikir. bi alîkarya defterê, ew her li ko bûya jî, nas û nêzên wê li nik wê bûn. wê hertim defter vedkir û li sûretên bêzar, bêdeng dinhêrîn. deftera bêzman bûbû zimanê jyan û bîranînên wê. bi taybetî niha, li welatekê ji sitembol û kadkoyê gelekî bi dûr, tevî qudretê, albuma wê bûbû hevala wê ya nêzîktirîn. mezyetê, di ropela yekemîn a defterê de, rêzeke bavê xwe, bi tîpên xweş û neqşikirî nivîsîbû; dewra felekê li ser me kîne... wê gotna bav û kalan, nîşana umrên bêmraz û derketî dubare dikir.

li gundê zeytûnê jî, wê ji bavê kal û dya pîr her dixiwest ko ew bi hev re xwe bidin ber kameraya wênan. li ser daxwaza mezyetê, sureya beg ji qahîrê fotografkêşekê hoste daye anîn û ew li malê fotografên malê dikşîne. fotografkêş çend dêmenên malbatê, bi hev re, kişandine. niha jî ew di vê fotografa nehan a bîra qederê de, ya emîn alî beg, sanîḧa xanim û mezyetê dikşîne.

belê, li ser vê wênê ko li salona mala sureya beg tê kişandin, ew hersê hene; emîn alî beg û sanîḧa xanim roniştî, mezyet jî li pey wan, li pyan. ji lixiwekirnên wan dixuye ko dinya sare. paltoyekê reş ê dirêj li ser emîn alî bege. sanîḧa xanim jê di nav cil û bergên germ ên reş deye. mezyet ko bejna wê ne ewçend dirêje, mantoyeke reş li xwe kirye. wê serê xwe bi tûleke reş girtye. sanîḧa xanmê jê bi dolbendekê reş. li ser serê emîn alê beg jê fesekê reş ê osmanî heye. digel ko wan welat, dewr û dewran guherîne, cil û bergên wan mîna berê, mîna yên sitembolê ne. ne bi tenê lixiwekirin, lê awir, roniştin û nêrîna emîn alî beg û sanîḧa xanmê jî her mîna xweye. di hemû fotografan de, ew bi eynî celeb awir û nerînê li kamerayê mêze dikin, bi eynî celeb roniştinê rodnin. lê hin alyên taybetî yên vê fotografê jî hene. ew alyên ko vê fotografê ji yên din vedqetîne, merv dikare bibêje, evin; west û keser, digel her hewldan û dilkirnê, west û kesera ko dixuye. hem emîn alî beg hem jî sanîḧa xanim westyayî, pir westyayî dixiwîn. emîn alî beg, mîna her carê, serê xwe hinekê bilind kirye, herdu destên xwe danîne ser çogên xwe û bi giramî li çavka kamerayê dinhêre. rî û simbêlê wî çiksipî ne. tevî ko ew hewl dide bi xurtî binhêre, lê nerîna wê girane, çirûska nerînê vemrye. çavên wê bi zeḧmetî vebûne, ew bi zeḧmetî dinhêre. sanîḧa xanim jî hewl dide da ko şên û bi ken li kamerayê binhêre.

lê ew jî nikare west û kesera li ser ro û çavanin, veşêre.

nabe.

ew nikarin şopên umrên kal û serencamên keserkûr ji nerîn ê awrên xwe bi dûr xînin. çav dipeyvin, kesera ko hatye û li ser bîbkan venşitye her tiştî dibêjin. hewce bi gotin û salxdanan nîne. çavên ko ji nav kaxza zerbûyî li pêşyê, kamarayê dinhêrin, jixiwe, ḧal û hewalê dibêjin. çavên wêneya nehan a romana bîra qederê; şahîdên jyanên peregende, sitranên welatê ẍerîbyê, nerîna umrên sirgûn, şîn û tazyên bêrawest, ḧesreta bêrawest, lorînên dirêj ên şevên reş ko her û her ji welatê bav û kalan bi dûr bihurîne...

ma merv dikare çi bibêje? li cîhê ko çav bipeyvin, gotin xelas dibin.