6

Li pirtûka:
Bîra qederê
Berhema:
Mihemmed Uzun (1953-2007)
 6 Xulek  516 Dîtin

bayekî hûnk royê celadet mist dide. keştî bi hêdîka xwe dilvîne û bi rê dikeve. celadet, cara dawîn, li ser keştyê, li tireste -yê, bajarê îtalî, bajarê dawîn ê awrupayê dinhêre. celadet, tevî birazyê xwe, lawê kekê wî sureya, ḧeqî, awrupa terk dike û dere misrê, nik kekê xwe, bav û dya xwe, nik xuşka xwe ya dengişalûr.

- bi xatrê te awrupa, celadet dibêje, ji bo vê carê evçend xizanî têr dike. yezdanê pak ji careke din re kerîme... ḧeta careke din, di xweşyê de bimîne.

îro, rojeke xweş, 22 -ê gulana 1925 -ane. bi qasî sê salên celadet li vî alyê dinê derbas bûn. niha ew rûyê xwe dide alyekê din ê dinê. ev alyê dinê, awrupa, mîna hêlekaneke bêserî, di nav alozyan de dere û tê. awrûpa avse, guherînên no dê, li her alê, biqewmin. li alemanyayê hitler û hevalbendên wî şikesteke mezin xwarin, lê ew ji no ve xwe didin hev da ko ḧikum bi dest xînin. li alyên din ên awrupayê jî tevgerên weha, roj bi roj. xurtitir dibin. ev alê weha, lê alyê dinê ko celadet niha ber bê dere? hema çi bigre, celadet tiştekê nizane. digel ko ew berê jî çûbû misrê, haya wî ji guherînên dawîn ên misrê nîne. wî esas dil hebû, mîna birayê xwe tewfîq, vegerya sitembolê, bajarê xwe yê qedîm ko her xewnên wê dineqşandin. lê veger îro ne mumkin bû. jê re, ji sitembolCihê weha nivîsîbûn; vegera te, mirna teye. loma ew niha berê xwe dide alyekê din ê dinê. lê wî pir bêrya bav û dya xwe yên pîr jî kirye. kekê wî sureya di nama xwe ya dawîn de jê re beḧsa nexweşya bavê wî jî kirbû. nexweşya ko sureya beg bi «intérmatterce parsuit d-arteras chlorose origine cardiaque» bi nav dikir, roj bi roj, xirabtir dibû.

celadet dixiwest bavê xwe bibîne, li kêleka wî rone, li rîh û رۆێ wî binhêre, li dengê wî yê kûr û gotnên wî yên kîbar guhdarî bike.

dinya ronê û germe. rojê çavên xwe vekirne, ro bi qasî çend bihustan hilhatye. celadet serê xwe hinekê radke û li bajêr dinhêre; xanyên reş û boz li pişta hev swar bûne, esman bi keskahyeke vekirî çend ewrên sipî hembêz kirne û bi nazdarî li jêr dinhêre.

- ewrupa, bi xatrê te, celadet dîsan dibêje.

hevalên rê yên celadet û ḧeqî, hema çi bigre, hemû cihû ne. cihûyên rûsyayê ko koç dikin û derin filistînê.

em rêwî yên bêwar û welat, ketî û derketyên cîhanê, kurd û cihû, di keştyekê de gihîştibûn hev. ez ji welatê xwe yê xewnan hinekê din bi dûr diketim, ew ber bi welatê xwe yê xewnan diçûn. ew ji rûsyayê dihatin, li warşowayê, yektya derketyên cihûyan ew werdigirtin û bi 2.5 lîrayê îngilzî, bi keştê, ew dişandin filistînê. cihûyan ji ders û tecrubên xwe derdixistin ko cîhan dîsan li wan teng dibû. ew li pey sitaryekê, warekê bi huzûr û axake reḧmetê bûn.

heçî ez bûm, mîna pêlên ko keştya me li pey xwe danîn pê, ber bi jor û ber bi jêr bûm. ji bo roj û dewrên bê, ne fikireke min, ne jî zanîneke min hebû. gerçî min pilan û pirojeyên syasî, çandî û edebî hebûn. lê kengê, li kû û çawan?.. min bi van yekan nizanîbû. ewrupa ko ez jê gelek tiştên no hîn bûm, êdî li pey min dima. ewrupayê ez fêrî tenêtyê û birçîbûnê kirim. ez ko ji bo her tiştî, her, hewcedarî kesan û tiştan bûm, bi xêra ewrupayê, fêrî xweseryê bûm. min êdî bi xwe dikarîbû qîma xwe bi xwe banya. ez hew hewcedarî qerwaş û berdestan bûm, hew li pey xizmet û xizmetkaran bûm. ez fêrî ders û tecrubên germenî, rabûn û roniştina wan, ’edet û ûslên wan bûm. li ’edet û ûslên kevin ên kurdê, mîr û mîrîtî, osmanî, bîr û baweryên şoreşgerî yên firansizî, rosu, vultêr, dîdru, yên alemanî zêde bûn.

lê di wê roja xweş a gulanê de, bayê felekê ez ber bi deverên din dibirim. ḧeqî, birazyê min ê ko pir li bavê xwe dişbû, bi min re bû. ew ji bo xwendinê hatbû alemanyayê. lê xwendin êdî ji alemanyayê bi dûr ketbû. sefter, ronya çavên min, pelkan, monîka ko min jî re şîrên omer xeyam û çîrokên şehrezada hezar û şevekê bi firansizî dixiwendin, oda min a biçok a tarê û bêhawa, kartolên min ên çelimsî, şûşeyên vala yên bîrayên bayernê, qelûn û xwelîdanka min, derpyên min ên pînekirî, êdî li pey diman... lê min deftera biçok a yadîgara yara sitembolê ko winda bûbû, dîsan, xistibû bêrîka xwe, ew bi min re bû.

cihûyên ko bûbûn hevryên me, mervên neçar, bêdeng û bi terbye bûn. gava ew hîn bûn ko em kurd bûn, gelekî kêfa wan hat. wan gelekê qedrê me girtin. lê tiştê ko herî zêde bala min kişand, daxwaza wan a zimanê hebrî bû. wan bi vî zimanê ko zimanê wan ê rojîn bê, hêvyên wan bû, nizanîbûn. lê daxwaza wan a hînbûnê bêsînor bû. ḧeta em gihîştin misrê, wan her, bi deng, mamosteyekê li ser wan, xwendin. wan digot, «ziman ruhê me cihûyane.» vê yekê gelekî tesîr li min kir. we gava min hawar weşand, di hejmarekê de, min serpêhatya cihûyan û zimanê wan nivsî û ew yek ji bo kurdan ko ji zimanê xwe bi dûr diketin, mîna mîsaleke baş pêşkeş kir.

- bavo dê li îstasyona tirênê ya qahîrê li hêvya me be, ḧeqî dibêje.

celadet ji berîka xwe deftera xwe ya biçok derdixe û berî ko ew li ser kursyê rûne, bi dengekê pir nizim ko bi zeḧmetî seh dibe, bersiva ḧeqî dide,

- ez dixiwazim, em zû, zûtrîn wext, bighên misrê. min bêrî kirye, bêrya bavê te, bapîrê te, dapîra te, meta te kirye...