bersîsê ’abid (2)
Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
5 Xulek
932 Dîtin
40
qelbê di mêra kelehin; bircê di asê dergehin
xur û xirab qet tê nehin; ji sebir û rizaya miḧnetê
xur û xirab jê miştine; nefis û hewa’ê kuştine
ya qenc ji wî dest hiştine; kes batnî çar nabetê
şeytan dibê bê yarekê; bê zilf û xala rendekê
bê kuştina reşmarekê; nakevê dava ḧesretê
nakevê dav û bendekê; bê zilf û xal û rendekê
bê miḧneta sipî zendekê; hevřû bikim ez miḧnetê
te divê xirabkî navekê; şeyx bêxî qeyd û davekê
nîşan bide gul bavekê; lê rast û çep keysa te tê
lê bidê di nava fikirekê; bêxim belaya bikirekê
da zahrî kim zikirekê; da şik ne’êt vê ḧîletê
xemlî bi libsê ḧacîyan; wer bû di dilqê sofîyan
zêde ’esa u tizbîyan; ji canbê «necdê»ve tê
ew saḧrê reng samrî; xemlî bi libsê zahrî
nêzîkî bersîs êwrî; bi ḧucceta ’îbadetê
wî ’îbadet bê ḧisêb kir; ber ve qiblê ser ve cêb kir
têk û vêk ḧîle u lêb kir; zahrî şeyx şubhetê
zahrî bê ḧeddî çak bû; tizbî û şemil û sîwak bû
dêm qemer suretê pak bû; lêb ji sîmayê we tê
lêba ku şeytan rast bikit; ḧîla ku elxennas bikit
kî dê bi reng wî nas bikit; nabê ji şeyx kin lometê
ta’et di kir her di girî; qet na nivî na fitrî
se’etek ji rê na şemrî; her mu’tekif bû di qibletê
eşkere bersîsî dibînê; wird û azana di xwînê
ma demek ẍafil dimînê; şeyx ḧeband û dil ketê
şeyx dikî fikir û xyalê; min ne dî kes bivê ḧalê
ew tinê ji ḧeq řa di nalê; ehlê fezlê ummetê
ew dibê şeyxê ji şame; ew tinê qutbê zemane
lazme çîne selame; ma edakin sunnetê
şeyx ji xasê ew qiset kir; ji xweve xêr û sinet kir
wî nizanî rê ẍelet kir; çû li cehda ẍelletê
bê goman rê îxtilaf kir; ba edeb hat û tewaf kir
herduwan xweş i’tikaf kir; çûn ji fezlê mizgetê
sufyê tewḧîd tevran; belkî xweş bûne bi hevran
em vêce bînin qizê li viran; tercemanê ẍefletê
ji yek dikin herdu su’alan; ji xizir û ilyas û hevalan
ji qutib û ewtad û ricalan; ji cinudê ẍeybetê
xwendîye şeyx qet şerî’et; edeb û rêzê teyqet
çûye nêv beḧra ḧeqîqet; me’dena me’rîfetê
şeyx dibê baqî xudaye; ev dere bê ser û maye
min muqîm xewf û ricaye; mam li ser vê ’adetê
şêst û neh salê temame; di xizmeta baxwê xwedame
hêj di nêv xewf û recame; bi cuhdê û ryazetê
şeytan v bersîs rabetin; kişte bide şeyx der şetin
qet al xidmet der vetin; bêyî li ser seltenetê
derwêşî qencî muslimî; ney ’aşiqê vî ’almî
bê pîr ji xwe ew naḧmî; winda dikî terîqetê
bê şêx û bê ostayekî; bi tinê ketî çyayekî
babê divê belayekî; êmin mebe ji te’liqetê
dunyaye piř te’liqete; şeytan qewî bê dewlete
lêban li mêran di kete; carek bike mişoretê
carek heře bal nasekî; xo bike mirîdê xasekî
da ew vekit esasekî; anca were ’imaretê
esas divê lazim bitin; binyad qewî qa’im bitin
hosta li ser êmin bitin; ji pûşmanî û nedametê
bersîs dibê ez dê wekim; qet kes nîye şeyxê xwekim
diçim serî bi xirqê xwekim; nuqsan bikim vê ḧurmetê
şeyxê me dê rê nas bitin; serdarê qutbê xas bitin
yan xizir û yan alyas bitin; ya saḧbê nubuwetê
şeytan dibê ya şeyx herî; iblîs kire tekebburî
«baxo» bire nav agirî; rakir ji nîva suḧbetê
sufî divê na fekirin; derwêş diber mirnê mirin
dê xwe ji san kêmtir girin; bin destê heçî xulqetê
te divê rêya derwêşîyê; carek neke dirêşîyê
kêm tir bigre xo ji pêşîyê; ne kevî di hilaketê
îman tinê ew qedere; herçî dibê ew bawere
destî bigir vêřa were; zanî rêya hidayetê
er tu bi min razî dibî; ji cindyêd hadî dibî
’alme bi ’ilmî dibbî; bi nukte u îşaretê
ew têne ser çengê di min; tu nas dikî dengê di min
heval û hevdengê di min; ji seḧ dikî ḧeqîqetê
er divê seyran û seyrek; bereket îḧsan û xeyrek
da niha ez bibme teyrek; çîne melkê qudretê
we dibêt neḧsê le’îne; em li ser beḧra biçîne
te bi min bînin yeqîne; bawer û sidqa te tê
bersîs dibê er dê webê; dê kî ji te çêtir hebê
bi pîr û ustadê mebê; em jê bînin nef’etê
kazbê mel’un bi ḧêş ve; çeng û peř hatin bilêş ve
bûye teyrek ew ji pêş ve; ẍeyîrî bi vê nisbetê