bersîsê ’abid (1)
Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
5 Xulek
1367 Dîtin
guh bidne pîrê deftera; da ez bixiwînim vê xetê
«mi’ezinErebî» bibî baxo meřa; li cindîyê di xizmetê
xizmeta sultan û mîran; sin’eta dana u zîran
hûn mekin bê şeyx û pîran; guh bidin vê şîretê
ev pende xasse şîrete; şertê ẍulaman xizmete
baxo nebînin zeḧmete; ḧeqê însaf û mirwetê
mirwet ji mîr û ḧakman; xizmet li qol û xadman
bê şeyx û pîr û ’alman; zay’ mekin hûn ta’etê
heçî kesê ’aqil hebî; xizmet mekin bê mertebî
da ta’eta «bersîs» nebî; hatne ser ḧikayetê
hatim qisa bersîs bibêm; şeytanîya iblîs bibêm
li ’abdê ḧebîs bibêm; izhar bikim wê şuhretê
izhar bikim beḧsê di ’am; bersîs ricalek bû di şam
ta’et dikir da’îm mudam; zer bû ji xewf û heybetê
zer bû ji we’zê serweran; dûwir bû ji beḧis û xeberan
kefit bû miẍar û kunberan; çû bû meqamê weḧdetê
çû bû meqamê ewlîya; ji tirsa xuda kefit bû çya
di çêrî di nêv pezkûvîya; nêzîkî ḧalê ḧikmetê
kifiş bû li wî cezbek ji ḧal; ew ’abdê mesken cibal
ji tirsa xudê qed bû bû dal; di lerzî ji taya xeşyetê
ji xeşyetê bû ewlya; ew ’abdê mesken çya
xwarin çi bû? av û gya; dûr bû ji zadê şubhetê
dûr bû ji wî zad û te’am; xizmet dikir da’îm medam
navê wî çû bû şerq û şam; kamil ji qedir û qîmetê
ew sal bi sal kamil dibû; ta’et dikir fazil dibû
meqbulê ehlê dil dibû; rohin kir çiraya rûmetê
rûmet çiraya hilkirî; şeyx ku siřê wasil kirî
tirsa xudê dil kul kirî; qet şev û rojan xew netê
qet xew nebû ji tirsa xuda; ma kes v bîr tê bab û da
kî mîre? mêrê can fida; ê xwarî sebra ẍîretê
lê sebra tale ẍîrete; tiryak biladan miḧnete
axir dewa’u şerbete; ê xwar dizanit lezzetê
bersîs qewî ẍîret hebû; hem qedir û hem qîmet hebû
nav ’amîyan ḧurmet hebû; ji xwendin û tilawetê
wî şêv û ro qur’an di xwend; zikir û ’ibadet kirbû çend
meczub û dîn û har û bend; ew çêdbûn ji berketê
keř û giř û «armîşErebî» û lal; uftade u xelqê betal
hindî nexoş baynane bal; safî dibûn ji ’illetê
safî dibû cismê di wî; ji berketa ismê di wî
dilşadî çûn xesmê di wî; razî dibûn ji de’wetê
ta’etê piř wî rîz dikir; ji herçî ḧeram perhîz dikir
zêde ji qencan bîz dikir; ji tirsa roja axîretê
tirsa xudê piř lê hebû; ji ’amê û ẍeyran vebû
sed ḧeyfî ku şeyxek nebû; mabû di wê xebînetê
er ewlya er enbya; er ’abid û er esfya
bê şeyx û pîr ca’iz nye; ta’et bikin vê wichetê
hindî ser û ezman hene; hindî ku ins û can hene
hemyan li pê şeytan hene; di kulne zelaletê
hindî biçûk û meznin; gelo hemyan guh li minin
insan û şeytan dujminin; ji mêj bûye ’edawetê
roja ku adem afrî; xalq li iblîs azrî
bu man’ê secde birî; êxsite tuqa le’netê
xalq li iblîs kir ẍezeb; bapîr v cih nanî edeb
adem şeyatîn bû sebeb; avête der ji cennetê
qewlê di miksîNasnava edebî sabtin; ḧeta qyamet rabtin
ew sulḧ miselet nabtin; bi misḧef û bi ayetê
ew sofyê bi sewm û selat; asê kirî birc û kelat
qet difena şeytîn nehat; ji nusxeya şerî’etê
ew sofyê safî sifet; dûrbûn ji wî ’eyb û ẍelet
şeytan heřo ser lê didet; dil asêye rê nabetê
ewî bedî dil bû ḧisar; şeytan heřo têne dyar
iblîs bi şeyx nabê çuçar; mabû di wê melaletê
şeytane neḧsê naqsan; ew rûsyahê meclisan
rojek biswî hat li pusan; sîma sipî kiç teb’etê
şeytan dibê kiç awřim; xur û xîs û rê biřim
ḧeyf û mixabin bê kuřim; qet yek ji we bi kêr netê
ev reng dibê ew teḧil û zişt; er min hebû çîjek li pişt
bersîs bi vî rengî di hişt; danya ji siluka zulmetê
ew çîjekî navê weswas; ey ling turê kêmî û kas
rabû ji nava elxenas; ji babê xwestî himmetê
go: ne ji nesla babê xwebim; ne ji neseb û pişta tebim
er dê ji bersîsî vebim; dê bêxme hilaketê
ew rû reşê rû bi tenî; ruḧ ateşê teb’et cinî
çû bûn ḧîsaba batnî; seknî li banê fursetê
geřha di ḧisarê bi dom; xweşmêr li bircan bûne kom
sata ku dît ew ceyş û kom; tirsa ji sehmê heybetê
tirsa ji ceyşa ’abdan; koh û ḧisara zahdan
tê seḧ nekir dengê sedan; bil ji hewa u şehwetê