fesla biharê cennete

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 1 Xulek  951 Dîtin
fesla biharê cennetê; xoş xoş li zozanê metê
malem min lemErebî yerahu zînetê; dîsa bi xêrbêtin bihar
fesla bihar pîrozîye; bejna zirav nar û zîye
teyran hewar û gazîye; dîsa bi xêrbêtin bihar
ewan teyran awaz di got; şalwîl û bilbil bûne cot
ewan keyfek bi min firot; dîsa bi xêrbêtin bihar
ewan teyran awaz awaz; nê sor dibin ew sî û qaz
revda quling têtin binaz; dîsa bi xêr bêtin bihar