fesla biharê cennete
From the Book:
            Dîwana Feqiyê Teyran
        By:
                Feqiyê Teyran (1590-1660)
        
             1 minutes
             1936 views
        
        
    fesla biharê cennetê; xoş xoş li zozanê metê
malem min lemArabic yerahu zînetê; dîsa bi xêrbêtin bihar
fesla bihar pîrozîye; bejna zirav nar û zîye
teyran hewar û gazîye; dîsa bi xêrbêtin bihar
ewan teyran awaz di got; şalwîl û bilbil bûne cot
ewan keyfek bi min firot; dîsa bi xêrbêtin bihar
ewan teyran awaz awaz; nê sor dibin ew sî û qaz
revda quling têtin binaz; dîsa bi xêr bêtin bihar