ji ’işqa te

From the Book:
Dîwana Feqiyê Teyran
By:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 2 minutes  1344 views
ji ’işqa te ezê dînim; şev û rojê di xyalêda
heřo carek te nabînim; weku geřyam di malêda
weku geřyam şirîn karî; ji dev û lêva şekir barî
li min ron kir şeva tarî; weku şem’e şemalêda
weku şem’e şemal helkir; dil û mêlak li min ker kir
tejî nar û tejî pel kir; di destê wê şepalêda
yeqîn te ji min hebû kerbek; bi destê xo hejand ḧerbek
li min da dilberê zerbek; weku bizmar di nalêda
bi çakoçan, bi bizmaran; li min dabû bi her çaran
di subḧê û di êvaran; muqîm mabû di qitalêda
qîtala ’işq û cananim; ji vê ’işqê ez ḧeyranim
bi vê xemrê ez sukiranim; fincana min şerab têda
şerab da min bi fincanê; kirim saqî li meyxanê
wekî gokim li meydanê; li destê wê şepalêda
li meydanê wekî gome; bi zerba kaşuwê çûme
gelî xelqa mekin lome; ji derḧeq wê delalêda
delalê ez kirim ’erde; biskên syah û mawerde
ji qewsan cezmeya berde; te dêm boşin di hulalêda
ji wa qewsa ẍedeng hatin; ji wa burca tiveng hatin
li min rûm û fireng hatin; mirin min dî di falêda
elf na’ê di fala min; qebûl nabî du’aya min
ne mecmû’e xyala min; belavbûm ji sewda’êda
ji sewda’ê ezê dînim; li ser ’eqlê xo namînim
ebu seyna ji ko bînim; li mecnûnî bibî peyda
ezim mecnûn li dunya’ê; min sund xwarî bi taha’ê
tu ḧurîkî li dunya’ê; te dêm geşbûn di hulalêda
twî bedra şirîn ’eynê; ji tura qabe qewseynê
ji wa ḧerfa tu mabeynê; çi bê ẍiş bû di fesalêda