bersîsê ’abid (3)

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 5 Xulek  903 Dîtin
80
car dî ji rengê cinan ve; dil ji şeyx seyd kir bi canve
bir bi ser beḧra ’umanCih ve; girt bi dava reẍbetê
zahdê şeytîn hejandî; feres û rux jê sitandî
dil bi çukêşî kişandî; pehlewanê ḧîletê
çîjekî şeytîn bela bû; xubekî (rigî) nemabû
dil bikin lîbî sitabû; hêj sebeb tem’îyetê
genim û danê temayê; çîjekî dav lê vedayê
bê ḧisab ketne belayê; bin du linga daketê
pîroze tem’a axretê; ya nav û namûsa metê
meyla lîqaya cennetê; ewfi’le xas bi kêr metê
nebî we gote war’an; ḧubba dinê da tam’an
naçîte qelbê xaş’an; seddeq ji vê rwayetê
xeyr û şeř û mekir û bela; muhra nesîb û ecela
rast bû ji roja ezela; emir û berat ji bal te tê
ezelî bersîs ḧemul kir; şeyxîya iblîs qebul kir
xêrî şumîyê fuzul kir; çû tilsima dewletê
ze’ela şîrîn ji have; rû weku şekir di nave
’aqbet teḧle zerave; kes nikarit dev detê
vêketin herdu bi yarê; diz kire malxiwê miẍarê
mast dibê bi tula siparê; mal kire ḧicra (metê)
zahdê xeyr û sewaban; mastê koda dev kilaban
yarîya xur û xiraban; jê dibînî zeḧmetê
yarîya xelqê ne hemwar; jê bikin tube îstiẍfar
dê kene kamil gunehkar; tenîya duhin vêketê
kupekî peḧtî bi niftê; şehreza kir şeyx bi miftê
bir, kire yarê şikeftê; ne bi xêr kî qissetê
ne bi xêr û ne bi havil; paşî bersîsê bê aqil
qet welê nabin tu cahil; bêyî ’ilmê ḧikmetê
lew bêyî ’ilmê (min lidin); qasd hinar şahê mezin
la yi’bidun îlla emin; lazme şukira ni’metê
min ev misal lew bestine; hişyar bibin mêr û jine
şeytan bi her kes dijmine; bersîs ẍirand bivê nisbetê
şeytan li şeyx bû seremêr; nîşan didit şuẍla bixêr
xelqino dinê na’êt bi kêr; da cuhd bikin li axretê
bê des limêj limêj dikit; bi hecedan dirêj dikit
lêba mezin dê hêj dikit; yan çar kenar melaletê
wer’ê dikit zula dibit; bersîs qewî pê şa dibit
nûr ji ruwan peyda dibit; şebîhê heyva daketê
ḧeta nebû şubhetê nûr; veřist nekir fetiḧ sidûr
dor hat di bizmarê di kûr; hevřû bikim şeqawetê
wextê xwelî malê bikit; avê li şemalê bikit
qesda kezî kalê bikit; zanit şuẍul bi dest vetê
xelqino xudê teqdîr dikit; cuz’ek le’în tedbîr dikit
qesda kenîşka mîr dikit; çûne temam viraketê
mîrek hebû bê ḧed bi mal; bikirek hebû qamet şepal
sîma weku bedra kemal; qet kes nedakit wesfetê
qet kes nedakit medḧan; şebîhê heyva çardehan
’umir ji wan sal û mehan; wildan û ḧura cennetê
wildan û ḧura bêhin xweşe; ask û ẍezala çav reşe
dêm qemere xal ḧebeşe; ḧubra (bê)ye ser kaẍetê
xalê ji rengê filfilan; îlan û cotê qatlan
ew fiř dikin xûna dilan; bakir çi zanit mirwetê
bîkir ji rengê ḧurîyan; serdare reffa qumrîyan
seyyade qelbê sofîyan; meşẍul bi kêra zebḧetê
kêra di destê esmeran; sore ji xwîna cigeran
xelqino ji evîna dilberan; me’lum nye çi bi ser me tê
ew nazka meşhurê ’am; şeh tutîya îwan meqam
leb şekera şîrîn kelam; şeytan di xewde bi’ ketê
ew nazka wey mu’teber; şeytan di xewde hate ser
(pîr ’efîya) kabûs diber; zebanîya qyametê
xemlî ji rengê pîrekî; sîma weku xinzîrekî
ling da kinîka mîrekî; êmin di xewde raketê
şeytan buwe cin tazîyek; rahişt di guhde gazîyek
lê bûye tay û lerzîyek; kiç hilbiwe ji ẍefletê
kopek di xewde pêreyî; nazk ji ẍeflet hilbeyî
le’lê disur kef lê meyî; rabîn bezîna xidmetê
lê rohin kirin mom û çiran; di hatnê bab û biran
pêde diřêjin hêstiran; ya nazenîn çi bi ser te tê
ḧalê kiçê pirsyar dikin; dest û pya tîmar dikin
cêrî û xizmetkar dikin; yar û refîqê hêşetê
carek bibêne xadman; nehnêrne bal ’alman
cema bikin munecciman; jêřa bikin kitabetê
anîne jor xelqê remal; hindî hebû esma u fal
tê seḧ ne kir ḧal û ḧewal; wan bi ḧisaba ebcedê
ḧisab li wan muşkil dibû; dest li kitaban şil dibû
ḧerfên di nû daxil dibû; elîf ne dîn diger xetê
wan qet nezanî ḧal çîye; hemyan digot çavînîye
lazim kiçê nêt girtîye; isim û tilsimek lê netê
asimErebî û tilsimErebîê ḧirz ben; şeyx û mela jêře diken
qet kêm nebû jana beden; sor bû ji dest ḧeraretê