bersîsê ’abid (4)

Li pirtûka:
Dîwana Feqiyê Teyran
Berhema:
Feqiyê Teyran (1590-1660)
 5 Xulek  616 Dîtin
120
paşî wan ḧirz û kitaban; elxennas pîrê xeraban
çû di xewna dêy û baban; lê dikit vê nesîḧetê
dixewîn dibîne bab û dê; we divê kiçê xweş kit xudê
(bandê) bene bal zahdê; rojek biden lê muhletê
kara kiçê kin bi awakê; serî bişun bi avekê
da şeyx bibîne gavekê; qence li bu mesleḧetê
lazme şêvek bimînê; ḧal û tirsa wê bibînê
ismê (yişimx) lê nexwînê; ma rewakin ḧacetê
sê şevan dixewnê dibînin; bab dibê malxiwê bixiwînin
rabkin pîroz hilînin; saḧbê firasetê
xewna ku wan dîne bi cot; baxwê ji malxiwêře di got
da’u biran dil pê disot; nadit wezîr îcazetê
wezîr ji baxwê pirsîye; xewna ku we îşev dîye
bawer mekin reḧmanîye; min dil neçû vê weq’etê
car car dikin bê ḧukmyan; zahir dikin bê şer’yan
xewna ḧerama ’amyan; bawer mekin vê ru’yetê
xewnê dwan sadiq dibin; er xizmeta xalq re bin
dûr ji kesê (fasq?) dibin; li doşeka ’edaletê
xewna we dî bê şir’ete; dîtna meḧrem ’ewrete
babê qebul ew de’wete; jina şer’î û kurhetê
ev reng dibê malxiwê kuhin; er hûn dikin pirsê ji min
bispêrne şahê mezin; şafî dikî ji ’illetê
tedbîrekî me’qul dikir; sed ḧeyf ku mîr qebul nekir
nefsê celew teḧmul nekir; teḧle ḧeqî li kes xoş netê
ḧeqnasî guhdar mu’minin; gumreh qewî dil hêsnin
şîret di guh na seknin; narinc li babê gunbetê
kîmya li ba min ’aqle; insan li ’ilmî kamle
re’ya ne ehlan muşkile; xelqê mudam di ẍefletê
qenc kir wezîr emînî kir; babê kenizkê rebenî kir
(xur kirdin û xud bînî kir); ji kêm fehim û cehaletê
kêm fehmî û cahil dikin; re’yê dibê ’aqil dikin
giş bi hewayê dil dikin; xemla kiçê û zînetê
rabûne xemla wê bikin; karê ku bab û dê bikin
lazim qewî dê çêbkin; ji zîv û zêřê sibyetê
yik car di zêřî wer dikin; kaşanya diber dikin
têkde cila mawer dikin; ji bêhin û bixûra ḧusnetê
’ud û zubad û ’enbere; misk û gulab û mawere
cwana pirinick çenbere; şubhê ’erusa dawetê
dêma gulî sorav dikin; zulfan li ser dav dav dikin
bi ḧinne u zerbav dikin; bi cewherê di qîmetê
têk cewher û elmas dikin; kufî ji naftê xas dikin
li ferqê tacan ras dikin; ev reng dibin zyaretê
bi ’ecebî (midah) diben; bi textê ku şalgeh diben
bal ’abdê ellah diben; hîvî dikin fezîletê
ew ’abdê bi namûs û nam; bêhin ’enbera bi le’il û cam
bi rêz û edeb birne selam; nêzîkî destê ḧezretê
dêm qemera ebro hilal; reng kewkeba xurşîd misal
kiç bê refîq hiştî li bal; êmin ji tirsa tuhmetê
ew nazka xelq muşterî; bersîs di wê na fekirî
şeytan demek çû lê girî; xêlî vekir ji cebhetê
xêlî ji ber dêmî vekir; tirsa kiçê lê zêde kir
ya şeyx te çar perwe nekir; bê şefqet û bê reḧmetê
tayê ẍerîban ber mede; ecrê di gel wan bê ḧede
xêrê merîzan yek sede; ji bê ḧisab fezîletê
ew ’abdê qa’im li řê; carek nezer da dêm duřê
teyrê dilê şeyx hilfiřê; bê ixtyar kir qametê
bê ixtyar bu rahbe; fikirî di xettî katbe
ḧerfa evîn kir ẍalbe; dîn bû ji neqşê qudretê
dîn bu ji xal û ebrwan; ji bêhna riḧan û nîmwan
ew bilbilê wan bişkiwan; werbû di tûra ulfetê
şeytan le’înê fasde; sorgul nema bu ’abde
wî mubtela kir zahde; dil girt bi dava reẍbetê
muḧbet quluban germ dikit; sed berqê pûlad nerim dikit
agir ji pûşê şerim dikit; narê mecazê ḧirqetê
ew ’abdê ḧeyran û mest; bend bû bi teqdîra (alist)
şeyx ixtyar çû bû ji dest; şerim nebû di xelwetê
şeytan dibê qet şerim meke; yek ademek nîn bê leke
bandê ji ’eyban tubeke; mûsa dikit şefa’etê
qet ẍem meke dunya weye; beng û zina qetil û meye
li wan ḧemyan tewbe heye; paqij dibin bi tewbetê
bi tewbê diçin bê edebî; tirsim kiçê ḧemlek hebî
bandê tu jî şermende bî; kubkin gelo ji vê qisetê
şeytîn ji bersîs lewme kir; te fitneke hevřû xwe kir
çaxu ji mîr şermende kir; daxil bûy di xetî’etê
paş ku bela bû sadre; qetla kiçê ewla tire
da seḧ nekin bab û bire; tirsim ji te syasetê
heya xudê lê azrî; we dibê ḧeta kiç na mirî
ev ’eyb li te na veşrî; qet ya xudê ve bîr netê
babê qewî ew kiç divêt; bandê qisê jêře dibêt
emrê ’ezîm bi ser te têt; nabî xilas, bê ’ibretê