çîrokî pişîle û mişk

From the Book:
Şaxî Hewraman
By:
Qani (1898-1965)
 5 minutes  1062 views
řojê gurbeyek piř xet û xałê
hełtiruşkabû le goşey małê
tozê arezûy xwardinî ekird
herçî ebînî lûtî bo ebird
lût bo teşte nan, bo tîke nanê
dem bo naw çiłkaw le bo êsqanê
řuwew keybanû car car eymawan
le řûy keybanû îxlasî enwan
xoy heł esawî le şanî minał
pyawî bo ebû be kogay zuxał
zor be hejarî xoy nîşan eda
etut. sofîye û ’îbadet eka
ga xoy eşardo ke kes nezanê
gaga řa’ekşa beqed mijanê
tawê le heywan, taw tawê le jûr
esûřayewe xeylê be zerûr
le taw birsyetî, zikirî yametîn
kirdibûy be wêrd, be diłey ẍemgîn
îqrarî ekird ke gunaḧkarim
boye wa lat û birsî û hejarim
şerte êstawla, nwêj nefewtênim
řojû qet nexom heta bimênim
le nwêj û řojû, le eday zekat
le ḧec û ’emre, ya le ḧesenat
ger min be dił pak řû keme xwa
xudaş beçakî řizqî min eda
çen hezar wek min destîda îrşad
boxoy xoş ejî be meyl û mirad
xelîfe egirim le naw mişkana
le naw dese bira û deste xuşkana
mişkê gwêy lê bû, lem qise û base
zû baweřî kird ke eme řase
hat ke zyaretî destekanî ka
takû paşeřoj bo beheştî ba
katê pişîle, mişkî çaw pêkewt
le xoşî mişke diłî ne’esrewt
mişke kiřnûşî gewreyî bo bird
le pêş dem gurbe, xakekey maç kird
witî: essilam, şêxî xawen wer’!
’ulemay ’alim şarezay řêy şer’!
sed şukirî xwa, xawen îmanî
to pişt û penay gunahkaranî
minîş wa hatim xom xiste penat
boye ke hatûm, tobe bikem lat
pişîle řwanî ke nîweşewe
hîç des nakewê û mişkeş qełewe
witî: sofî mişk bê aw û nanim
şêxîm bo nakirê, zor peşîmanim
xaneqam kwanê? tekyem le kwê bû?
bo mela le kwê bême hat û çû?
bo min waçake be řaw û bîrim
biçme ser řewişt baw û bapîrim
şew ger małewmał bo mişk girtin
zor zor çaktire le tobe kirdin
mişke ke zanî çak lêy qewmawe
’umrî şîrînî tewaw fewtawe
witî: aẍay xom xawen dîwexan!
şêrî kuřî şêr, xawen sifre û xwan
jêr dîwexanit, zîndan û kote
bikuj û bibiř, qabil be xote
cerîmey miskên, bêgarî hejar
xwa bo toy dana le řûy řojgar
zewî dêmekar, be nîwekarî
zyade lemîşe řonî dyarî
eweş ber awe be fitway mela
sê beşî boto û beşê bo fela
felay quřbeser xeley boçîye?
xo dîwexan û çêştixaney nîye
wełamî pişîle:
witî be mişke: namxiłetênî
be tarîf kirdin milim bişkênî
tîkeyî çewrî lem nîwe şewe
kewtûyte destim lem wextî xewe
le zuwo çaweřwan bo şwên û cêtim
ger berit bidem, dyare ke şêtim
boyeka, xwa çingî pê dawim
êwey pê bigirim, hetakû mawim
xuda pêy dawim danî dirêjim
ke xwên hejarî wek to biřêjim
ger destim biřwa, sed hezar wek to
leber xatir xom, ekem řenceřo
wełamî mişk:
şazadey çing tîj, eme bizane
ke yezdan gewrey erz û asmane
key xuda fermûye herkes destî řoy
hejaran bikujê, leber sûdî xoy?
lenaw qurḧana le dûsed lawe
neḧlet le naw çaw załim kirawe
załim û şeytan herdû mel’ûnin
řojî qyamet herdû zebunin
to eger diřkê biçê be pêta
bê aram nabî le nawî cêta?
eger to tozê serit bête êş
hawar nanêrî bo bêgane û xwêş?
bizane minîş kewa gyandarim
le jîn ḧez ekem, le merg bêzarim
hîç wext menaze be şan û bałû
katê bizane dinyat le des çû?
bîr bikerewe le ḧałî hîtlerPerson
le xwên mijîn û le cewrî qeyser
«lîwsî şazde» çende xwênxor bû
temaşa ekey, be çi derdê çû?
şazade gurbe dinya her waye
her wek şirîtî sînema waye
zor zor xwênimj bî, her wekû zuḧakPerson
kaweyek ebê bitnête jêr xak
be małî dinya hergîz menaze
gişt tewaw ebê çi kon, çi taze
zor dewłemend bî ebî be «’edes»
hemû řenceket eçê be ’ebes
baxê dagîr key le yekê wek min
sed hezar wek min ebê be dujmin
cogey «dełên» û «małwan» û «teynał»
namênê bo to, heta hezar sał
to serî bawkit, miskînî hejar
cwênî pê mede û meybere bêgar
xusnî mêjû mehêne ser xot
gêtî heta ser her namênê bot
kuř çît bo eka le paş mirdinit?
tozê bifame, destit be gunit
wełamî pişîle:
mişkî teres bab! tozê bifame
şe’nî aẍayî yekcar girane
heta îsti’mar bibê le meydan
aẍa her aẍas, wek carî caran
êwe û cûcełe û çolekey pasar
boy ḧełał kirdûm, kakî îsti’mar