wesyetî qani’ bo wiryay kuřî

From the Book:
Şaxî Hewraman
By:
Qani (1898-1965)
 3 minutes  1884 views
wirya sed aman daym wirya be
bo hemû kesê çeşnî bira be
ne şêx, ne sofî, ne mamosta be
areq biřêje û řû le hîwa be
***
řołe herkesê nanî xełqî xward
wekîlî swałî bo ser xełqî nard
bo řon, bo şekir, bo pare, bo ard
yaxwa bimênê be henasey sard
***
çend xoşe kuřim areq biřjênî
le deşt û dera ẍîret binwênî
nanî sepanî xot bedest bênî
řîşey tembełî le bin derbênî
***
çakî û pyawetî bermede le des
bo haşewhuşe gwê mede be kes
wenye to kew bî û em dinya qefes
biřo her laye ke arezut hes
***
řołe! pyawêkî tewaw pyaw bît
lenaw mêjûda xawenî naw bît
bo gel û hozit derûn sûtaw bît
nek wekû yaro şêtî diraw bît
***
ne bertîlxor be, ne dû’anus be
ne noker aẍa bo nanexûs be
ne şêtî kiçan ne şeyday lus be
dujmin begyanî destey casus be
* * *
řołe bedaym řûkere xwa
herçî ga kêłay, nabê ga bîxwa
nîwey desřenicit, her bo bênewa
xot řiswa meke bo kiras û kewa
***
řołe! her katê kewa min mirdim
le naw gořxane teslîmit kirdim
meřwane bo ew řence min birdim
mełê min turkim wekû to kurdim
***
hênde bixiwêne ke xwêndewar bî
lenaw komełda ziring û hoşyar bî
benawî çake tozê dyar bî
çi le ladê bî ya xo le şar bî
***
řołe! sed dexîl melayî meke
îşî çawşořî û řiswayî meke
diro û delesey xořayî meke
xot be meḧkûmî awayî meke
***
řołe herkesê ke hoşyar nebê
bo gel û hozî xizmetkar nebê
eger birat bê le lat yar nebê
diłit bo îşî birîndar nebê
***
řołe nokerî bo aẍa meke
kiřnuş bo xanim bo kwêxa meke
le şêx û sofî meřḧeba meke
be diro û çaweřaw nan peyda meke
***
řołe temakar megre bebra
xot bisutêne û bibe be çira
bo sûdî hozit des ke be hera
diro û delesey napyaw derxira
***
řołe ’îsayî ya xo mûsayî
meço begjya her be xořayî
heta etwanî be diłnewayî
bîhêne ser řê, řêgey birayî
***
çun řojê ebê ke be karit bê
bo barî şanit ke xemxiwarit bê
le xem xwardina ewîş yarit bê
wek biray piştî her hoşyarit bê
***
řołe min dayîm namênim bo to
hoşt be xo bê, nebî řencero
be hûşey zordar, mebe desxeřo
leser xû û řewişt pyawane biřo
***
řołe min zeman yarmetî nedam
helê hełnekewt bigem be meřam
dayîm gerdin keç kiřnoşî selam
laremil berdem aẍa û mam kwêxam