nûrî azadî wiłatî girte ber

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  344 views
nûrî azadî wiłatî girte ber
pa le zincîrî esîrî hate der
ew kelepçe wa le desta bû şika
hewrî zułim û cewrman laçû le ser
kaweyê kelley ehařê bê guman
her zuḧakê berzo ka lem xake ser
îtîfaqêkî pyawaney ewê
takû lem hewrazeye serkewne ser
bê goçanî yekyetî biřwa biken
sexte lem meydaneda go berne der
xwênî em qurbanyane gum meken
mebne bê ẍîrettirî new’î beşer
xof řêgey dił meden bêbak bin
quwey řoḧyeye mayey zefer
awdêrî baẍî azadî be xwên
ta nekiryê gyanî min nahête ber
gencî bê zeḧmet muyesser çon ebê
řenicber be, ta bibîte genicber
bo meharî em biłêsey awre
têbkoşin deste cem takû zefer
wardî em mîllete zyatir nebê
fîtne dwayî bêt, kota bê xeter
xoşewîsî wa birayî bête beyn
kîne û buẍiz û ḧesed biřwate der
muttefîq takû nebin îslamekan
her le şerqî dûrewe ta baxter
jêr kewtûn û tilîqawe û zebûn
ẍerqî gêjî mîḧnetin nahêne der
’aciz û bêçare paşêlî ’edû
nokerî bê řeḧmekanî ḧîleger
zîndeganîmanyan wa qût da
nîştimanman bû be xakî bê semer
wirde wirde dînyan hem lê dizîn
řûtyan kirdîn nemanzanî xeber
ḧakmî ême ewey pî kirdûyn
kwa be dił çengîzda kirdî guzer
wa nezanin êwe ewtan derpeřand
lew qełaye zułmî xoy hênaye der
çun netîcey zułim waye «zaryaPen name»
bo hemû kes feřzî ’eyne lew ḧezer