kuřî îman eger daray bîrin

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  321 views
kuřî îman eger daray bîrin
le bendîxaneda takey esîrin
be bazûy ’eqił zincîr bibiřn
gedey bedxiwah be nêzey hoş bidiřn
de hestin řapeřn berzo biken çaw
be sertana heta key bat lafaw
hemû pyawin hemû zana hemû jîr
hemû xawen şi’ûr û ’eqił û tedbîr
berî lafaw eger negirin wekû merd
be sertana ebarê dem bedem derd
çilon pêtan ełên ehlî kemałn
be řojî řûn xermantan bimałn
ewî bûtan mayey zîndeganî
be carê mame řêwî wa řifanî
werin hawnîştananim be carê
legeł yekdîda bikeyn ’ehd û qerarê
be bê uçan merdane bikoşin
heta kałay azadî epoşin
be miştî ḧeq be zarî załma den
řusûmî pîs û şûmî zułim laben
beharî ’edił ba řewneq bisênê
zisanî zułim asarî nemênê
be şimşîrî zibane em cehade
le teyyare û tifeng û top lade
pilîkanêke bewda serkewe zû
qisey ḧeqqe «yiqîn aliḧq yi’luArabic»
legeł ḧeqda be bê endêş bo pêş
biřon lem řêgeda noşe hemû nêş
hemîşe yek gyan û yek beden bin
cwan û pîr serbazî weten bin
binawanî cyayî ben be awa
tefawet ba nebê qet’a le nawa
hemûtan xo kuřî em xake paken
cyawazî le xatirda cya ken
hengawê hełgirin bo pasî xotan
hetakû diz nehênê ḧemle botan
le xiştî yekyetî seddê be dewrî
wetentana biken amade fewrî
neka «ye’cûc»y bêgane le nakaw
besertana bida wek mewcî lafaw
neheng û ejdiha wa cût gîrin
be dawî mekir amadey neçîrin
řewî lem la û lew lawe pişîle
em eřfênê dił û ew gurçewîle
eger bê cûłe danîşin neken deng
ebê çî bêt ferqî êwe ta seng
îlahî şořşî em nîştimane
nekêşê awrî zyatir zebane
ewane wa be naḧeq xwên eřêjin
be naḧeq aşna û ḧeqnewêjin
be qehirit řîşe û řegyan derêne
be ’edlî xot ḧeqyan lê bisêne
biparêze xuda em nîştimane
le ałozî û afatî zemane
le lutifit «zarîPen name» êware û beyanî
eka daway ḧîfzî nîştimanî