behar emsał neybû zînetê bo baẍ û gułzarî

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  315 views
behar emsał neybû zînetê bo baẍ û gułzarî
mu’ettel mabû bo ařayşî sara û kosarî
ne sûr awê cemałî ẍunçekanî pê biřengênê
ne ’etrê bo wenewşey serifgendey mat û ẍembarî
ne şane ta şewawî zułfî sewzey pê muřetteb ka
ne sûrme ta biřêjê çawî nergis bo dił azarî
be naçarî teqazay komekî kird lem cwanane
ke yarî ben biken komek be xwênî cerg bo karî
qebûłî em teqaza bo cewananî fîdayî wa
be seryana wekû baran gulley dujminan barî
be xwênî sûrî em lawanî hozî kurde nûsrawe
le her kûçe û şeqam û menził û her dar û dîwarî
feramoşî meken ey hozî kurd em zułme têkoşin
biřûxênin binaẍey dujminî xwênimj be yekcarî
hemû merdane bazûtan hełmałn bisênin ḧeq
le şakirdanî taẍûtî û me’mûranî xûnxiwarî
birakanit le sengerdan û to asûde danîştûy
eme key şerte bo yarî û bo merdî û ẍemxiwarî
eger kurdî kiłaşt pê ke bê řêzî birayanit
le xwa dawa ke komek ta egeyte şarî řizgarî
bełê bo baẍî azadî nemamî taze lazim bû
binêjrê řîşe qaym kat û baqî bêt asarî
be sed şanazî bo îcadî baẍêkî weha polê
le lawanî řegez xawên amadey fîdakarî
le gyanî piř le şewq û şorî xoyan bo řehayî gel
biken îcad baẍî piř semer bêt û nemir darî
were ey baẍebanî kurd çawdêrî nemamit ke
be dił agat lê bê ta nebê kirmoł wek «zarîPen name»