řêwyê xerîk bû le birsa demird

lih tenganeda ’eqłî xo le des mede
From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  305 views
řêwyê xerîk bû le birsa demird
le diłî xoya em tedbîrey kird
witî xom bikem be kelak xase
řakşêm le xom bibiřim henase
nebziwêmewe necûłim le cê
bełkû kotrê, qaławê, qelê
binîşêto lam denûk bênê bom
pelamarî bem bîgirim bîxom
be hîway neçîr xoy kird be mirdû
kewte ser zewî û des û pa şil bû
qaławê hêwaş hate jûr serî
witî ezanim to ḧîlegerî
ezanim zîndûy, nemirdûy, mawî
bem kelakîşe bo neçîr dawî
le fêłebazît dił be endêşim
wa be dewrtida xetê ekêşim
el’ane eřom sibeynê ke bêm
serincî edem me’lûm ebê lêm
be şêwawî xet ya neşêwawî
le çi ḧałêkay mirdû ya mawî
qaław hełfiřî û řêwî hesta pa
bazî da le xet řûy kirde sara
subḧa hatewe lew cêgeda kewt
her xoy boxoy bû be «milk almutArabic»
qaławîş dîsan hatewe serî
kewte hatuço le dewr û berî
řwanî le xetî ke neşêwawe
laşey mam řêwîş herwek xoy mawe
çuwe pêşewe daye ber denûk
řêwî řaso bû naye demî sûk
qaław na’îlac witî ey emîr
îse ke minit girtuwe be neçîr
ber lewe eger xwênim biřjênî
lazme şukirî ḧeq becê bênî
çun şukirî nê’met nêm’et zyad eka
naşukirî, nêm’et zû berbad eka
řêwî bo şukir demî daçřî
qaław firsetî hêna û hełfiřî
eqił be kar dê řojî tengane
bo necat le gêj bełay zemane