pyawêkî hoşyar řehnuma bo xêr

çał bo ẍeyr hełmekenin ba tênekewn
From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 3 minutes  319 views
pyawêkî hoşyar řehnuma bo xêr
le ḧeq wêjîda bêbak wêney şêr
’adetî wa bû tewawî ’umrî
seḧer heł’esa zor be bê sebrî
dway eday feřz û sunnet û do’a
be pele eçû bo meclîsî şa
eyfermû ey şa legeł çakan çak
mi’ameley ke û gwê mede napak
napakan ełbet xirawî xoyan
bo giriftarî kafye boyan
le nezer şada zor muḧterem bû
ḧeta jûrkewtûy sedrî e’zem bû
wezîrêkî bû şa xeylê deẍeł
ḧesûd û xayen napak û çepeł
kîney ew pyawey le diłda çeqî
wîstî kesas ka bazařî ḧeqî
řojê be şay wit em dirêjdiře
hemû řojê dê û eyka we qiře
norey kes nada ke bête ziban
le zorwêjî ew ’acze dîwan
bîstim witûye paşay em şare
demî bogene û kilêşedare
eger hatewe bangî ke pêşo
îmtîḧanî ke bo řas û diro
bizane çilon des be lûtewe
egrêt û nanê řû beřûtewe
paşan çû bo lay pîrî řoşnidił
witî ey zana ey bo meclîs guł
ber lewe teşrîf bibey bo dîwan
mêhmanî minî sibey berqilyan
be camelosî be ḧîle û tezwîr
daye derxiwardî bełge bełge sîr
hesta be xatir piř le bîrewe
řûy kirde dîwan be boy sîrewe
şa fermûy boçî wa direng hatî
wam dête berçaw emřoke matî
zû zû bê bo lam nesîḧet pîşe
bêre pêşewe dûr damenîşe
bo ewe perde ba we ser sîrda
desî na serdem hat we teqrîrda
şa witî qisey wezîrim řase
em bê edebe bîkujim xase
qanûnî wabû bo ẍeyrî ’eta
xetî şexsî xoy bekes nededa
nûsî ey serheng em xete her kes
hawirdî bo lat ew dem ew nefes
bîkuje û pêsî bixnewe be ka
ḧewałey bike bo dîwanî şa
xetî şay wergirt hate derewe
wezîr namey dî çuwe berewe
witî em name çun xêzandarim
bîbexşe be min zor minetbarim
werîgirt name be umêdî genc
neyzanî ebê boy we mayey řenc
birdî û geyandî serheng witî şa
nûsîwye pêstit piř bikem le ka
herçend pařawe bo řezay xuda
memkujin kuştyan řoḧyan derhêna
subḧa ew dana ’adetî wa bû
bo meclîsî şa wêney řojan çû
wextê xatîmey da be teqrîrî
şanamey dwênêy xistewe bîrî
’erzî kird wezîr ew namey lêm wer
girt û nazanim çî hatuwe be ser
şa fermûy dwênê hatî bo lam to
leberçî destit wextî giftugo
le ser lût dana řasî biłê pêm
ta řas û diro me’lûm bibê lêm
witî de’wetî kirdibûm wezîr
xorakêkim xward têkeł bû be sîr
bo ewey boy sîr şa ’aciz neka
desim be pano leser dem dana
şa fermûy ḧeqe em qise řase
cezay bed bedî, hî xasî xase
bo ew xêrwêje çałî kend wezîr
ew xwa parastî û emî xiste bîr