polê kotrî hawdem û hawser

aşnayekî wa bigirin le řojî tengane bekartan bê
From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 3 minutes  348 views
polê kotrî hawdem û hawser
efřîn egeřan sara û deşt û der
bê ẍem le zexmî çingałî heło
le tełe û faqe û dawî emin û to
xerîkî seyran lem baẍ bo ew baẍ
têr le dan û aw, şad û xoş demaẍ
gewreyekyan bû hoşyar û jîr
îflatûnPerson ḧîkmet, erestûPerson tedbîr
legełyana bû be řoj û be şew
agay lêyan bû be bêdarî û xew
řojê nîştinewe le kenar awê
biḧesênewe le zeḧmet tawê
temaşayan kird lew kenar awe
beser xakeda dane řijawe
lî kobûnewe çawyan têbřî
ew gewreyane neçû hełfiřî
bangî kird mexon bêne dwawe
ew dane be ser dawa řijawe
her ewne denûk biben bo dane
wa bizanin ełqey daw le miltane
řêgey zîrekî dexîl wêł meken
řawyar bo neçîr hezar fêł eken
hey meken meçin werin ba biřoyn
le cêgayê tir nan û aw exoyn
qiseyan nebîst řijane ser daw
ber le têr xwardin pêwe bûn tewaw
hawaryan kirdê, wextî yarîye
firyaman kewe karman karîye
witî hawarim nekird her ew kat?
netanbîst qisem ta watan lê hat
metirsin heme dosê lem herde
lem zemaneda be hîmmet ferde
aga le řûdaw aynde û pêş
mişkêke zîrek yekcar dûr’endêş
be komekî ew hemû ber ebin
dîsan le qisem eger derneçin
eme têkewtin gomêkî qûłe
heryek be new’ê mekewne cûłe
gişt be yek tekan lî newn yekcor
singî em dawe hełkenin be zor
bem qerareda gişt be yek tekan
dawyan hełkend û hatin bo mekan
ew muşkuł guşay dewrî zemane
ew penay damaw řojî tengane
bałyan girt, fiřîn be tek û bedew
newêsan heta asanekey ew
xeberî zanî hate der le mał
be çawî xoy dî ke çone eḧwał
serdestey kotir hate pêşewe
be derûnêkî piř le êşewe
witî ey penay řojî damawîm
çak têbfikire le lêqewmawîm
xwahîşim heye bê sebir û te’xîr
yaranim hemû berdey le zincîr
witî xwahîşt wa le ser çawim
hîç ẍemit nebê daw wa ecawim
ke let let bibê û qułfey nemênê
heryek bê zeḧmet pay xoy derênê
dawî bê direng weha kird pare
kotir necatyan bû le pejare
aşnayekî wa bigre gyane
ke firyat kewê řojî tengane