be çawî mest aramî minî bird

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  584 views
be çawî mest aramî minî bird
be têẍî ebroy diłmî cinî wird
witim bazêkî azade xeyałim
le dawî zulfî xawa pawenî kird
pena bo kê bibem dadim bipirsê
biłêm diłber ewey kird û ewey bird
jyanî bê fena lew dawe daye
ewey lew daweda bimrê mełê mird
be qurbanî seba bê gyan û małim
ke peyẍamî beharî wesłî hawird
ezanî bo demaxim çaxe emřo
belamana be naz ew şoxe řaburd
şikestî da be seru em serwe sed car
be dû narincî nermî piřçing û gird
qełem let bê zubanî ême nûsî
peşîmanim çî bû em zułme çim kird
le sefḧey sîneda dû qubbe kafûr
dirus kiryawe bê ustad û şagird
le şerma gerdinî kec bû wenewşe
le ser ew řûye řûbendî ke labird
xeyałî min be xew řêy kewte baẍî
ke pêy zanî le herdî baẍî derkird
witî «zarîPen name» beşt lem baẍe nadem
witim we’dey min û tu ḧeşir û ser pird