mujde ey bulbul le guł laçû niqab

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  479 views
mujde ey bulbul le guł laçû niqab
wextî seyrî gułşene bezmî şerab
meclîsî yarane hem katî wîsał
řaze, naze û ’îşweye, řemze û xetab
waze derwaze û meẍazey diłberî
qehre lutfe cilweye mîhre û ’îtab
ẍunçe guł pişkût û řuxsarî nwan
qumryan sermest û bulbul dił kebab
hoşî hoşyaranî řoşin fîkir eba
sozî ney nałey çeng û řubab
qetreyî şewnim leser guł mîslî duř
şu’lewer wek şewqî qursî mahtab
her kesê yek def’e bîbînê be dił
dawî zulfî řay’ekêşê wek tenab
talbanî şewqî ew tûba qede
bê xeber mawin le řołe û gyan û bab
kanî cwanîye û xezêney diłberî
baẍçeyî meqsûde bo çak û xerab
lem hemû lutfe kewa lew şoxeda
guł ser efkende xecałet mawe ab
nûrî řuxsarî çira bo ehlî dił
tîẍî ebroy serbiřî ehlî ’ezab
dayenî em nazenîne bermede
ger gerekte «zaryaPen name» řahî sewab