dûrî miḧałe lew gułî gonate ey perî

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  344 views
dûrî miḧałe lew gułî gonate ey perî
egerçî řoḧ be ẍaret wekû diłim berî
zanîwte çilone diłî bêçare le dûrît
em her wekû perwane eto şem’î xawerî
famim nemawe biłêm qametit leçî eçê
şimşadî eto? serwî? ya darî ’er’erî?
mem pirteqał û piste dem û sêwe řûmetit
«la ḧulh û laqutihArabic», darêkî piř berî
ger bête lalezar be şukirane da’enê
wenewşe wekû zulf le ber pêtda serî
ey řoḧî řewanim were «zarîPen name» temayere
em derd û êşî hîcre be yek ẍemze laberî