dûrî miḧałe lew gułî gonate ey perî

Li pirtûka:
Dîwanî Zarî
Berhema:
Zarî (1905-1982)
 1 Xulek  342 Dîtin
dûrî miḧałe lew gułî gonate ey perî
egerçî řoḧ be ẍaret wekû diłim berî
zanîwte çilone diłî bêçare le dûrît
em her wekû perwane eto şem’î xawerî
famim nemawe biłêm qametit leçî eçê
şimşadî eto? serwî? ya darî ’er’erî?
mem pirteqał û piste dem û sêwe řûmetit
«la ḧulh û laqutihErebî», darêkî piř berî
ger bête lalezar be şukirane da’enê
wenewşe wekû zulf le ber pêtda serî
ey řoḧî řewanim were «zarîNasnava edebî» temayere
em derd û êşî hîcre be yek ẍemze laberî