ey amîne mujde bê to daykî pêẍemberî

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  569 views
ey amîne mujde bê to daykî pêẍemberî
çawey awî ḧeyatî kanî duř û gewherî
jinanî dinya hemû xozge be to exwazin
çunke eto ḧamîle be seydî beşerî
yařeb mubarek bê lêt beşê ke xwa dawye pêt
mujde be teşrîfî dêt serwî baẍî dilberî
ha wexte bête dinya «miḧimd alimistifîArabic»
dinya řoşin katewe be řuxsarî enwerî
nurî çawî ademe, řeḧmetî dû ’aleme
bo enbya xateme wicûdî bê sêberî
tewawî pêẍemberan le jêr beydaxî ewan
muḧtacî lutfî ewn melek, însan û perî
le ’alemî erwaḧa meqamatî çun tey bû
ba bête dinya bîda fermanî eskenderî
«zarîPen name» dił legeł gyanî eka be gwêzebanî
ser û małim be qurban xak û xaşakî derî