le tawî êş û dûrî tel’etî yar

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  311 views
le tawî êş û dûrî tel’etî yar
çi ẍembarim çi ẍembarim çi ẍembar
le ten gyanim ke dernaçê le hîcrî
çi bê ’arim çi bê ’arim çi bê ’ar
be bê dîdarî ew lem zîndegîme
çi bêzarim çi bêzarim çi bêzar
be peykanî mujey bê řeḧim û xwênřêj
çi zexmarim çi zexmarim çi zexmar
be îstiẍnay ew şoxe ezanin
çi bîmarim çi bîmarim çi bîmar
mezaqî dił ełê lem cewre hey dad
çi piř jarim çi piř jarim çi piř jar
witim «zarîPen name» eto çonî? witî wey
çi efgarim çi efgarim çi efgar