behar hat û leşkirî zisan kewte ber

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  290 views
behar hat û leşkirî zisan kewte ber
gurzî şemał û nêzey xurşîdî şu’lewer
řeḧmî be ḧałî tînwanî em behare kird
barî be barşêkî mufesseł ne muxteser
dwê ẍunçe le baẍa kiz û bê ab û natewan
dem piř le xak û xoł û xefetbar û quř beser
«amruz ḧimd xida ba hizar dilbirîPersian
xindan û şad û qibay zimirdî bih birPersian»
wek mangî dił efroz le burcî şikofewe
derhatuwe bêperdeye řuxsarî kewte der
dem piř le şukirî xwayê ke be baranî řeḧmetî
řengî beheştî girtuwe sara û deşt û der
yanî, exate ḧîret û deryay cehlewe
neqqaşî sun’î be arayşî semen bika nezer
kê sosenî řazanewe bem şêwe dił ara
zułfî be şane kirduwe deřjête ser kemer
kê qendî da be çoner û hengiwînî da be heng
zehrî be mar da û ḧelawet be neyşeker
asarî sun’î zatî bê mîsalî barîye
enwa’î neqiş û řeng, bo û lezzet û semer
ta emrî ew nebêt le gułzareda çilon
lale kiławî le’lî bedexşan enête ser
em hemû ’ecîbey le nebûn aferîde kird
bê made û bê komek û tedbîrî karîger
tedbîrî kêye gyane be ẍeyrî xuday pak
teẍîyrî fesłekanî řozgarî dewreder
kota ke «zarîPen name» bese em qesîdeye û biłê
yařebbî her etoy xudawendî beḧir û beř