ger wekû ’îsa biçîne asman

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  352 views
ger wekû ’îsa biçîne asman
qewre xewga bo xiraw û xasman
dad lem kirdare lar û nařewa
wey le guftey naḧez û nařasman
a eme key ẍîrete bo ehlî dîn
xawenî diłmane «alxinasmanArabic»
yadî «axir» xole xatirda nema
ẍerqî dinyaye hemû ḧewwasman
wek le bazařa le mizgewtîşeda
zîkirî dinyaye tewawî basman
min ke şêtim to xuda pêmî biłê
kêye ḧeqgo kameye ḧeq nasman
ah «zarîPen name» muşkiłe řêgey necat
ger neka lutfî îlahî pasman