be her dû des ebê bo quř nepêwîn

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  364 views
be her dû des ebê bo quř nepêwîn
be sûřet ademî û kirde dêwîn
le deştî bê şi’ûrîda berełła
legeł cehla birayekî ḧesêwîn
ebê boçî le cêgey çakeda gum
le herla bîd’etê bikirê lewê wîn
eger jin nîn û pyawêkî beřasîn
legeł yekda ebê bo wek hewê wîn
be qanûnî miruwet yek beyekman
sizawarî tif û tane û cinêwîn
mela! bo ewne sergermî be dinya
xelîfe bo ewende şêwe řêwîn
çîye em qûle qûle kake derwêş?
le newrozo heta zistan kêwîn
be diłtana xuda key dêt sofî
serapa ẍerqî deryayî peşêwîn
xeyałî pasî enfast miḧałe
be eḧwalî betało û pay çêwîn
be teqwa mame ḧacî! nek be mêzer
le ḧeywanat ebê ême cwê wîn
be gişt e’za xerîkî şuẍłî dinya
welê bo dîn mûyê nabzêwîn
be ẍeyrî kirde, nîmane řefêqê
le wextêka ke bo meḧşer beřê wîn
meken bo małî dinya kilke sûtê
hetakey mesxerey êre û ewê wîn
eger her mêzerêkî zerde ḧecman
mukellef bo be xercî zêř û zêwîn
ketanê zerdî qîmet, sê penabat
le ser ałêne ger ḧacî be nêwîn
mełê xerfawe «zarîPen name» şête dêjim
le ser awîn emma wişk lêwîn