gwê le ney bigre le řîşey cerg awir ber eda

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 2 minutes  557 views
gwê le ney bigre le řîşey cerg awir ber eda
şerḧî ḧałî ’ûd û perwane û şem û mecmer eda
seyrî cestey kunkunî naken ke ah û zûxî hîcir
hem le sîne û hem leser wêney semawer kuł eda?
derdî tenhayî meger her ney bizanê çone,çun
awrî ahî derûnî giř le ’alem ber eda
sozî diłbirjênî nałey, meẍzî ser dênêtih coş
coşî firmêskî be dayen xermenî gewher eda
penceyî neyçî ’ecayb her ke awir nagrê
ew demey wa şerḧ û sozî fîrqetî diłber eda
bo temaşay em ciger birjawe naken řoj û şew
ah û feryadî nîşaney şîwenî meḧşer eda
neşterî dûrî biřî řîşey ḧeyatî bê guman
boye bergî wa be tîjî şêweyî neşter eda
ḧeyfe lem pûşe ke kemtir bê beşer bem hoşewe
nûrî sed te’ne le xurşîd û meh û exter eda
çon ebê aqił le dił derka ẍemî yar û dyar
bo dyar û yar û gyan û mał û ḧał wa ser eda
ta be damanî dił aramî nega destî nyaz
baẍî koşiş gyanî min her bê muradî ber eda
leḧzeyê dîdarî yaranî heq û heq aşna
behreyî sed awî ḧeywan û çemî kewser eda
’îşq mamosame ey «zarîPen name» qisem boyê wekû
xizir awî zîndegî pîşanî eskender eda