gwê le ney bo nagrî şînî fîraqî yar eka

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  495 views
gwê le ney bo nagrî şînî fîraqî yar eka
ta le gel biřyawe daym nałe û hawar eka
yadî dîdarî řefîqanî be xatirda ke dê
ahî piř derdî le hestî ehlî dił bêzar eka
sozî sêḧir amêzî sîney bêdłan dênête coş
ẍafłan agedar û xewtiwan bêdar eka
xadmî ew qelbe řûnakem be nûrî me’rîfet
wa le her zeřře befîkiret keşfî sed esrar eka
řû be hełqey ehlî dił wek ney were řas û řewan
řastî bîstûte xo seg daxłî exyar eka
pişt lem hełqe egerhełkey wekû def bê goman
hêzî çepłaxey qeza piştî milit zexmar eka
şew degrya û degřya şem be perwaney dewt
to be min sûtawî ey min kê bemem duçar eka
wa be jîrane cwawî dawe perwaney hejar
ême her dû ’aşiq û me’şûqe xo pêwar eka
em mu’emma «zaryaPen name» bo ême xo ḧel nakirê
takû neyçî bangewazî bêne der îzhar eka