be saẍî leş menaze gyane haka

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  491 views
be saẍî leş menaze gyane haka
merg hat û gumî kirdî le xaka
’eceb derdêke mirdin hîç zîřoḧ
nîye û nabê le berdesya heřa ka
meke ey nefsî nabîna û bê hoş
wekû seg ser be nawî her kelaka
mede gewher be pûłî qełb û řûkeş
kerîş me’lûme em sewdaye naka
serit ba danexey aga be, sozî
le enzarî hemû napak û paka
le karî lar řû wergêře bo řas
çi řas? ew řase bergîrî hewaka
řefîqê megre pêto ba wekû mar
birayê bigre derdêkit dewaka
mene payê le řast dûr xato
biço layê be heqqit aşnaka
kesê bem řêgeda eřwat «zarîPen name»
nizîkî şêre merdanî xudaka