nuqteyî peřgarî kewn! ey serwî cobarî sefa

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 3 minutes  529 views
nuqteyî peřgarî kewn! ey serwî cobarî sefa
ẍunçeyî gułzarî ḧusin ey hełbijêryawî xuda
ekřemî xelqî û fexrî adem û bo ademî
řojî tengane etoy ummêd û destigîr û pena
şahbazî tîj perwazî qezayî me’rîfet
eḧmedî muxtare serdarî tewawî enbya
yek nimûne řef’etî payey etoye bê guman
«yasînArabic û tihArabic û sadArabic û nicimArabic û nunArabic û alziḧîArabic»
bêne seyrî şêtî em şêtane çen bê mêşkîn
bem şifaye derdî bê dermanî xo naken dewa
labe nuqtey cehil ba xurşîdî ’irfanit hełê
çun şeqa, yek nuqteye ferqî legeł ’eynî şefa
xozge bew xakey dexwazê ’erş, to pay lê enî
ey ẍubarî řêgeket bo çawî kwêrim tûtya
bokesî tir nakirê teyyî meqamî bendegî
wek eto kirdûte ta em çerxe hatuço eka
kê wekû to řeḧmete bo ehlî erz û asman
kê wekû to şewřewî bo jûrî sîdre pê kira
mujde der bo hatnî kê bû wekû bo to mesîḧ
kê newîdî mertebey meḧmûdî wek to pê dira
kêye wek to mezherî mefhûmî «mazaẍ albisirArabic»
kêye wek to misdirî «mizmunîArabic» ayey «matẍîArabic»
bo becêhênanî řesmî bendegî kê wek eto
şew twanî ta seḧer nenwêt û ewçanê neda
bu te’ebbud ewne řawestê le ser dû pay edeb
bête êş pay û bimasê, way û şikwayê neka
birsyetî ba’îs mezane bo eme berdî le ser
sik ke danawe heta texfîfî azarî bida
bo eme bew berde zatî pakî xoy sengîn ekird
ta wekû nefřê wekû řoḧî muceřřed bo sema
seyrî berzî řutbey î’zazî ke ta hêzit heye
gerçî hêzê wa nîye ta teyyî em meydane ka
ta wekû neygirte baweş şîwenî dwayî nehat
berqî dûrî ew le darî wişkî bê řuḧî ke da
wey çi bê ḧîsse çi bê fîkire çi bê derke diłê
wa be tałî zehrî hîcrî def’eyê daneçłeka
lutfî guftarî ke bê samane min çî lê biłêm
ḧusnî řeftarî ke bê payane kê şerḧî eda
ey fîday gułzarî řuxsarî, dûsed baẍî beheşt
wey be qurbanî şeker xendêkî, sed awî beqa
xakî berpay ew segem wa hełtirûşka def’eyê
řû beřûy ew«ruzihArabic» ew mizgewte ew ḧucre û sera
nîme qudret bême nêw hełqey seganî şarî to
ta bisawim řû be xakî pakî ber dirgaketa
xakbosî řêgetim emma be dû lêwî edeb
gerdimałî ḧewşetim emma be birjangî wefa
ey çi bê ca bû ke kirdim key sizawarim ke řû
binme ser ew xake pay lê na cenabî mustefa
şahîdî qewlim be, saẍim, mest û bê xod nîm ełêm
«aşihd an miḧimd ’ibdihArabic» meb’ûsî xuda
dayenim tun girtûy emma be serpencey yeqîn
lêt epařêmo be dił emma diłêkî piř řica
«zarîPen name» ewney lêt ewê ey riḧimةً lil’almînArabic
hoşyarî bî feramoşî nekey řojî ceza