wekû zułifit diłim şêwawe emşew

From the Book:
Dîwanî Zarî
By:
Zari (1905-1982)
 1 minutes  708 views
wekû zułifit diłim şêwawe emşew
le dûrî to quřim pêwawe emşew
şełalî xwêne dawên û berokim
ewndem xwênî dił řêjawe emşew
diłêkim bû řefîq û hem zibanim
le ḧełqey perçema cê mawe emşew
biławe fîkiretim wek tarî gêsût
wekû şêtê perî lêy dawe emşew
neşêwênê xuda îqbałî saqî
newîdî wesłî yarî dawe emşew
le coşî şewqî dîdarî dił aram
pyałey dîde piř xwênawe emşew
sefa «zarîPen name» nîye bo bezmî ême
şerabim şerbetim lîławe emşew