zorweř

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  269 views
le seg tirist nebê sed car biłê ḧep
ewaney zorweřn zor nagirin qep
bełam tirsî heye tûley nihênkir
ke kilkî ba eda gwêçkey eka řep
gemałî wa heye tenha mirrey dê
besezman řakşawe boy leser lep
bełam hendê mirov wêney segî har
gemaroy to eda bo řast û bo çep
meçore texnî har û mar û lasar
letekyana nekey to qet geme û gep