diłim bo toye

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  315 views
diłim bo toye û lay toye û îtir hîç
xeyałim xał û ebroye îtir hîç
ke birsî bim hejar û derbeder bim
ke tom dî her ewem hoye û îtir hîç
ełên teşrîf ehênî şew le meşrîq
be şew çawim le asoye û îtir hîç
le řabirdû ebûrim çîm beser hat
umêdim meylî emřoye û îtir hîç
le bêgane diłim dûre le azar
hemû derdim le des xoye û îtir hîç
eger to emkujî azadî lay min
mełê xwênim le estoye îtir hîç
lenaw baxa ewey diłxiwazî toye
gułałey sûr û şewboye û îtir hîç
biłindîy teb’î tom lem nîştimane
mîsalî şaxî akoye û îtir hîç
ke bitrazênî dugmey banî suxme
ebînim cûte lîmoye û îtir hîç
xwa neyka ke bê to lêm biřencî
beşim giryan û řořoye û îtir hîç
leser fermanî to jînim esûřê
dilim toye û serim goye û îtir hîç