şîrîn wek şekir

From the Book:
Çepkê Guɫ û Xunçe
By:
Ali Aref Agha (1910-1996)
 1 minutes  336 views
yare cwanekem şîrîn wek şekir
le ẍunçey behar nerim û tazetir
gonet wek çira direwşayewe
henaset bexşî bonî wek ’etir
pirşingî çawit wêney gelawêj
řûnakîy xiste diłey sard û siř
çende pêm xoşe be tîrî ẍemze
cergî napakan ekey şiř û piř
to her bimênî le baẍî jîna
dawakarîme le xuday nemir
awat exwazim ke bigem be to
ewsa mirdinîş lam hîçe îtir