nełêy

From the Book:
Guɫaɫey Merîwan
By:
Qani (1898-1965)
 1 minutes  968 views
to nełêy paşkewtûy, ey kurdekey nakamyab
qet be sûkî tê mefkirê, mał wêraney dił xirab
takû min bûm, řostemim bû, řojî ḧemle û keşmekeş
serkizî gurzî giranî bûn, hezar efrasyab
ew miqam û nezme min bûm, kê le şe’nî heł’esa?
her le nûḧo des be des, ta hate dewrey înqîlab
maceray kawePersonm beyan kem, berdî řeq etwêtewe
çî be ser xakî ’ecem hêna, le şor û îztîrab
ya, «kerîm xanPerson»m çilon bû! min nełêm to xot biłê!
çon le xakî farsekana, kewte ser qehir û ’îtab
yezdî curdim, yezdî kurdane, ebê çon win bibê
kê hetawî bo eşarêto le jêr perdey nîqab?
qani’aPen name basê le ḧałî gîw û goderzim bike
ta le daxa dił be carê nebuwete lûley kebab