derbeder

From the Book:
Dîwanî Goran
By:
Goran (1904-1962)
 1 minutes  602 views
goranîy «qîn» ełêm, ba řiqim hełsê!
aẍayek bimênê meydan bernadem
ewkesem: derdî xoy le berd enûsê
mizgewtêk cêy «mîr» bê min lêy ser nadem!
***
le gel û nîştiman herçend dûr kewtûm
dengekem zułałe, bira, hey bira!
ba birsî û řûtîş bim, çunke nemirdûm
lêm tirsî qayme «zordarî sera»
***
diłnyam em řoje řeşaney eřon
řojêk dê ke nawî bextyarîye!
ew geley řenc neda û nenwênê huner,
tenya ew, encamî xizmetkarîye!
***
bo gele gişt bîr û seranser biřwam
ke řojêk řûnakî day le nîştiman
ezanim dête dî lay gelim hîwam:
hełbestim ebête bestey ser ziman!
***
beharim êcgarî eřwê û eka guł,
ba eba boy mêrgim lem herd bu ew herd,
kanyawim germ eka bezmî qułe quł
ke wabê nemirdûm, bûbîşim be gerd!
***
cêt dêłim ey lawî, ey çiray hîwa,
be hêz be û řê mede be bê hîwayî,
jyanit xoş bwê û hatne dinya;
bo zordar şil meke řegî azayî!